Bila Zimanê Îxanetkarên Zimanan Biperçife!

Wey bila zimanê ixanetkarên dijî zimanan, biperçife!!!

Ahmet Önal

21.02.2020, Cum | 22:47

Bila Zimanê Îxanetkarên Zimanan Biperçife!
Nêrîn Belav bike

Binêrin ve şermezarî û tezatê!...

Berî di tarixa 04.03.1924'î, digotin "Zimanê ji bo axaftinê qedexe ye".

Paşê derbazi belge û qeydan kirin û gotin; "Zimanê ku nayêfamkirin û zanîn!"

Disa dem derbazî bû, li cîhanê di gelek Universiteyan de beşên zimanê Kurdî vekirin û dest bi perwerdeya zimanê Kurdî kirin.

Paş vê jî gotin; "Zimanê Kurdî ne zimanekî moderen e. Bi zimanê Kurdî perwerdeyî nabe!".

Paşê jî, "Zimanê herêmê!" gotin û li Artuklu, Alpaslan, Bîngol, Kalan û hwd. di universiteyan de, "bi sînordarî û bi bandorî" dest bi perwerdeyîya zimanê Kurdî kirin.

Bi vê kiryarê lotik dan xwe û gotin, "Ka bibinin em çi rejimekî demokrat in"!

Ha ho... ha ho!!

Paş vê kiryarê "Zimanê bijare yê perwerdeyîyê" gotin û ji zimanê dayîkên Kurd re gef û qirfên xwe kirin.

Bi dayîkên Kurd, Laz û hwd. re henekên xwe yên bê tam kirin.

Ev hemû kiryar, raste rast nîşanî dide ku dewlet çiqasî du rû û qirp e.

Her çiqas bi zimanê Kurdî navên cîhen guherin, navên zarokan qedexe kirin û ev mafê dayîk û bavan bi zorê ji destên wan stendin!

Ev dewleta ku li ser koka İmparatorîya Osmanî jîndar kirin, tehammûlî neda û nekir, lê disa jî li hember cîhanê ji xwe re got "Em dewletekî demokrat û civaknasîn!"

Teh.. teh.. teh!...

Ev hemû kiryar nişanî didin ku ev dewletek zirr derewkar e û ji dayîk û bavan re bi rîyakarî û eşkereyî derewan dike.

Eşkere ye ku, bi kiretên xwe, ev dewletek dijî zimanê gelên otokton e û dijî wan sîyaseta zimanşikestinê, asimilasyonê û dijberîyek bi zanayî û dujminatî dimeşîne.

Ji xwe kiryarên xwe di damezrandina xwe de jî bi "Plana Şarq û Islahatê" de, bi aşkereyî dabûn ber xwe.

Lê cîhan li dijî van kiryarên ku di huquqa navneteweyî de mina "sucê dijî mirovatîyê" dihesibîne, bê deng e!

Nûka ev derewkarên qert, bi gotar û guhuftogoyan sererast nabin!

Gelo divê li hemberî van kiryaran em çi bikin û çi bibêjin?!

Bila zimanê hemû mirovatîyê pîroz be.

Lê bila cejna derewkar û fêlbazên dijî zimanan pîroz nebe!

Wey bila zimanê ixanetkarên dijî zimanan, biperçife!!!

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
6157 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:58:37
x