Ev dem destpêka amadekarîya avabûna zimanên neteweyî ye. Bo ku burokrasî êdî ji bo sîyaseta bazarê hewil dida û idareya xwe ya taybet li xwe ferz dike, zimanê kewneşopî yê latînî bihartin dike, zimanê cigahî anku zimanê neteweyî yê bi rewşa xam bi nû ve sererast dike.
Ziman, bes amraza ragihandinê nîn e. Ziman, li gel amraza ragihandine nasname ye, civat e, çand e, dîrok e, paşeroj e, kesayetî ye û hebûn e.
Ziman, di afirandina nasnameyan û berdewamîya civatan û jenerasyonan de bo paşerojên ku li duhev xelek be û berdewam bibe amûrek gring e!
Ji wê bonê sîyaseta li ser zimanan, bi fesalek şer, helandin, pişavtin, şikestin, komkûjî û têkbirin pêktînîn. Ev sîyaseta serdestîya nijadperesrtîyê, bi têşeya endezyari pênase ya “nîjada jêr” û “nijada jor” li ser zimanan lêbar dikin.
Bo ku nasname bê ziman nadomên. Ji wê bonê jî di avadanî û berdewamîya neteweyan de ziman, sereke heman e!
Di civatên kevnare de, dilsozî li ser bawermendîyê anku dîn/ol dihatin şopandin û ziman têgîhînek û amûrek sîyasetê nebibû. Li Ewropayê heta dema monarşîya mutlaqi, dêr/kîlîse serdest bû û ziman di bin serdestîya bawerîyê ango olî de bû. Latînî, zimanê bawermendîyê bû. Zimanên hereman û pir zimanî , ji bo zimanê dêrê neasteng bû.
Tevî destpêka parçebûna feodalîteyê, desthilatdarîya sîyasî bi zimanê cîgahî dihatin rêvebirin.
Ev dem destpêka amadekarîya avabûna zimanên neteweyî ye. Bo ku burokrasî êdî ji bo sîyaseta bazarê hewil dida û idareya xwe ya taybet li xwe ferz dike, zimanê kewneşopî yê latînî bihartin dike, zimanê cigahî anku zimanê neteweyî yê bi rewşa xam bi nû ve sererast dike.
Zimanên neteweyî, her çiqas ji nav gel ve pêşbikeve û bibe zimanê rêveberîyê, zimanên cûda cûda hereman, bi armanca bezirganîyê reqabetekî germ tevger dibe, pêwîstîya çapemenî û weşangerîyê jî peyda dike û pêşve dixîne. Bi vê reqabetê zimanê ku di bazarê de aktive dibe, di heman demê de zimanên cîgayî ji standardîze dike û rolekî herî pêkan diafrîne û ziman herî herikbar dibe.
Li Ewropayê zimanên nivîskî yên cîgahî, sedeme ku bandora zimanên çînayetîya bi imtîyaz ji holê derdixine, ev bi pêkana nûsazî anku reforman e. Tevî nûsazîyan li Ewropayê pirtûkên Latînî yên olî, wergerandin zimanên cîhgirî. Êdi herkesêyeke Deouchlandî bi zimanê Germanî/Almanî, her Fransizî bi zimanê Fransî û herkeseke Ewuropî bawerîya/0la xwe bi zimanê xwe hîn dibe û ferzên xwe bi gor dilê xwe bicîh tîne. Êdî li Ewuropayê ji bo her neteweyekî bi zimanê xwe Încil û dêrên xwe bi nû ve saz bûn. Wê rewşê her gelên cîhgirî, di nav xwe de taybetmendîyên yekîneyî dide qezençkirinî. Ev sîyaseta dewletan ya zimanî şêwandinî dike û damezrandina dewleta neteweyî ya navendî pêkan dike.
Di dema monarşîyên mutlaq de “zimanên dewletê” di qirna 17. , 18. û 19’yî de ku hatibûn şêwandinî, bi navê neteweyan ji cîgahî ve statûyên nû yên sîyasî bi şêweyek yekane derxistin holê. Bredict Andersonî wan pêkanan mîna; “Cemaatên Xeyalî” pênase dike ku damezrandina wan asane dike.
Bes, di ramanên neteweperwerîyê de, her çiqasî çavkanîyên yekemin ziman be jî, di taybetîyên têkîlîyên netewebûyînê de, tê dîtin ku rêbaza xwe ya damezrandinê de modelên cûda hene. Ku weha nebûyîna navbera netewebûna sîyasî ya Fransî û netewebûna romantîk ya Germanî de cûdayetî pêkan nedibûn.
Şoreşa Fransayê ya burjuvazî, dijî monarşîyê şerekî navxweyî bû û modela xwe ya sîyasî derxist holê.
Jı alîyê çandî ve, bo ku bi armanca zimaneke nû yê sitandardî derxine holê, “zimanên dîtir” tuneyî dihesibîne û polîtîkayên “ziman şikestî”yê derdixinin pêş. Em dibînin û dijîn ku bêşik ev siyasetek masumane nîn e.
Gengeşîyên ku di nav statuyan de li ser pênaseyên ku têne kirin di derheqa; “Zimanên dîtîr?”, “Zimanê fermî”, “Pir zimanên ku hatine fermîkirin” divê realîteya dîroka wan zimanan, rewşa zimanan, ku ji pir alîyî ve berbiçav nebe, pêkan û çareserîya vî zimanî û kêşeyên vê ciwata xwedîyê wî zimanî ye jî nayên fêmkirin û çareser nabin.
Paşgotinekî gelê Aramî yê bav û kalan heye ku dibêje; “Daku tu dixwazî navê xwe ji bîra nekî, divê zimanê xwe hînbibî û bidî hînkirin!”
Gengeşîya li ser hînbûn û perwerdeyî ya zimanî, ji bo mirovatîyê bêhurmeti û rûreşî ye. Daku divê neyê gengeşî kirin, divê pêkan be.
Bes, netewe-dewletîyên ku di şûna monarşîyê de hatîne damezrandin, gelek taybetîyên sîyasî yên monarşîyê jî dewr digire û di formekî nû de dipejîrîne û dimeşîne. Damezrandina netewe-dewletbûnên ku li serzemîna vê dirokêne, ji perwerdeyîyê heta burokrasîyê, ji hûnerê heta werzêşê, hema ji her alîyî û derîyî ve armanç ev e ku hemû hemwelatîyan bi neteweperesîyê ve girêbide.
Bi vê mebestê, taybetî û giringtîya zimanî dide pêş xwe û di sazîyan de “Zimanê perwerdeyîyê yê neteweyî”, “Zimanê çapamenî, weşangerî, medya û ragîhandinê yê neteweyî”, “Zimanê artêş û fermandarîyê yê neteweyî”, “Zimanê çand û hûnerê yê neteweyî” di her pêngava sîyaseta xwesazîya netewebûnê de zimanê neteweyî bicîh dike.
Hemwelatîbûyîn, bi girêdana netewetîyê ve dewleta yekpare (uniter), li ser civatê mecbûr anku bestî kir. Ji bo hemwelatîyên Fransizî, peyîvandîna Fransî mecbûri dike ku wa nebe mina hemwelatî lê nanêre û napejirîne! Bi wê taybetîya xwe Fransa, bû sîstemeke navendî û yekpare/uniter. Bi vê rewşê, sazîbûna netewe-dewletî ya Fransayê nirxên xwe çiqas ji şoreşa bûrjuva ya şaristanî, çiqas ji monarşîyê standîye hewceyî gengeşîyê ye!
Di damezrandina neteweya rêvebirina Fransayê de çiqasî jakoben/tunde jordestî û komar e, evqasî jî bandorê ji destpêka qirna 15.’min virvetir sîstemek navendî, yekparetîyê jî didome û heye. (D.Smith, Milli Kimlik, İletişim Yay. 2. Baskı. İst.1999, s. 158). Ji wê bonê li Ewropayê bi hêzbûna monarşîyê û cûdabûna sîyasetê, dikarin bibêjin destpêka netewebûnê xwe nîşanî daye.
Bo ku hemu monarşî zimanên gel bi kar tînîn, bandora bawermendî/oldarîyê dişikînin, otoriteya navendî bi hêz dikin û bi cîh tînîn.
Fransa, Spanya û Biritanya rêveberiya xwe mutlaqıyetkar in. Piştgirîya zimanê rêvebiriyê dikin û zimanê latinî şûnve dixinin, zimanên herêmî û dîyalektan jî asteng û tehdît dikin!
Li Fransayê, Fransî zimanekî sereke, serdest û navendî geş dibe. Lê zimanên Qorsikî, Baskî, Bretonî, Keltî, Prouensî şûnve dikeve û şûnve dimine. Bi vî avayî li Britanyayê jî zimanê Irlandî û Iskoçî jî şûnve dikevin û şûnve diminin. Disa ev rewş li Spanyayê jî rû dide û zimanê Spanyolî dibe zimanê navendî û geşdibe, lê zimanê Baskî, Katalanî û hwd. 17 zimanên cûda yên dî di herêmên xwe de asteng dibin û şûnve dimînin. Ev zimanên herêmî di bin desthilatdarîya zimanên serdest de bi sedan salan rastî mehîtandînê kirin. Li vîra nenûkekî vekim û bi bîra bixim ku, bi vê taybetîyê dewleta tirk, dema ku hate damezrandin, modela dewleta uniter ango yekpare ji xwe re mînak dijbêre. Lê belê, li Fransayê şoreşa burjuva hatîbûn jîyandin, bizavên reform û ronesansê pêkan bibûn, ku bi wê rewşê li Fransayê mafên mirovatîyê, azadîyê pêşketîbûn. Lê rejima Tirkîyê bilaeks, di praktîkê de sîyasetek herî tundî, gedar, gemar, ziman şikestîkarî û jenosayidkarî tatbiq kir û hîn jî dike.
Li Rojavayîya Ewroupayê berbelavbûna matbaayê, gengeşîya hûner û wêjeyê, zimanê rêveberîyê û navendî herî diçe bipêşdixe û zimanê latînî dahûrênêr û şûnve dixîne. Di qirna 16.’minî de, di serdestîya sermayedarên mezin de beranberî pêşketina beşekî giring yên sanayîyê ya weşangerî û çapemenîyê, zimanê navendî jî herî geş dibe û bi pêş dikeve!
Ziman, di netewebûna sîyasî de, “ Nasnameya Neteweyî” dide qezenckirin. Lê di netewebûna romantîk de “netewebûna yekîne” jî ziman pênase dibe. Anku di netewebûna romantîk de mutlaq bi dewletê ve têkildarî nepêwîste û evkesên ku yek zimanî dipeyvin, bi xwezayî kemilandina bihevre hebûna xwe dîyarde dikin.
Di nîveka qirneya 19.’mîn de, Yekîtîya Neteweyîya Germanî, sinorên xwe yên sîyasî û pênaseya xwe ya hemwelatîyê li ser vê nirxê bi cîh kiriye.
Neteweya Germanî, di hişmendîya xwe de, ev kesên ku germanî dipeyîvin “bi yekîneya xeyalî ya civatekî” hate têhgîhîştîn. Bi vî avayî Netewebûna Germanî, di nav sînorên xwe yê neteweyî de ji alîyê zimanî ve minotorîyên xwe ango kêm neteweyîyên nav xwe bi idayek bide ber polîtîkaya xwe ya ku bi rêya pişavtinê/asîmîlasyonêû bike Germanî nîn bû..
Neteweyên Rojavayê Ewupayê û neteweyên Asya û Afrîkayê, li ser nîrx û zeminên cûda xwe gîhandine qada netewebûnê.
Neteweyên Rojavayê Ewupayê, li ser faktorên aborî û sîyasî, bi esasî derketina wan a xwezayî xwe gîhandine qada komelatîyên neteweyî.
Neteweyên derî Rojavayê Ewupayê, mîna ku D. Smith dibêje, li ser hinek nirxên etnîsitêyê, “piranî bi dizayn hatine afirandin.” Ston Watson ji ji bona ku mîna; “neteweyên kewn û nû” dibêje û bi dû cûreyan damezrandina neteweyan tasnîf dike û “Nêrînên ku ji Rojavayê sîrayet bûne, li ser wan nêrînan neteweyên Asya û Afrîkayê” dibêje û rave dike.
Benedict Anderson jî balê dikeşîne ser nêrîna; “Carekî ku derkete holê, paşê dikarin zarve bikin” Lê belê hemû etnîsîteyên ku bûne netewe, rêbaza herî rast û bê gengeşî hatîye qebûlkirin; “Yekîtîya sîyasî” û faktora “zimanî!” sereke ye û hemû kesên ku li ser neteweyî yê rawestîyane, li ser van herdû xalan bi şirigatî li hev kirine.
Li vira giringtirin ev e ku , netewe li ser ziman, çand û polîtîkayan de bigêhêjin rewşa li hevkirinê, giringtirin mijar e. Di sala 1861 de Serokvezirê Piyemonte yê Massimo de Aseglio ku; “Me İtalya afirand, nûka divîyatîya me bi afirandina İtalîyayîyan ve heye” dibêje. Qesta Massimo de Aseglio ev e ku, yekitiya siyasî lawaz dibîne û pêwîstîya xwe ya yêkîtîya polîtîk bi ziman dike.
Nasnameya neteweyî, kesayetîya ku xwe endamê neteweya xwe pênase bike, anku nasnameyekî komeleti ku pênase kir, li ser cûdakarîya “Em û yên din” ji xwe re bike armanç û pîgarîya xwe diyarde kir, ji bo guruba xwe; “Di şayî û şînîyan de hest û helwêstên bihev re ango şîrik ku peyda bikin” xwe nîşanî bide holan dibe ev duruşmeya neteweyî ye.
Ji alîyekî dî ve, di qada raya giştî ve kesayetîyên ku beşdarî polîtîkayê bibin û xwe bi armanca netewebûnê pênase bikin divê. Li vira perwerde, bi rêyên sembol anku remzan, hêjayîyên şîrikatîya xwe biafrinin û ji bona nasnameya neteweyî piştgirîyên hev bikin û bi pêşangeyî xwe nîşanî bidin, divê.
Armanca pêşkêşkirina vê kurtebêjê ev bû ku, di nexşa ku em tê de dijîn, pêvajoya tarîxa heremê de geşebûna neteweyan çawa bûye, bi mînakên ku em lê rû bi rû bûne bibînin û kritik bikin. Ev gengeşî berê jî bûne, lê ji bo sudwergirtinê hewce heye ku bi nûve berbiçav bikin!
Dema dewleta Osmanî ya paş Tanzimat(1839)ê ku dewlet bervî navendîyê ve bû, beranberî wê jî politîkaya xwe ya zimanî jî hêdî hêdî dûrivî kir û heta îro jî, ji bo dewleta Tirk ev rêbaz bû polîtikaya ziman yên esasî ku bi zimanşikestîya zimanên derî tirkî, anku bo Kurdî, Ermenî, Lazî û hemû zimanên dîtir yê Rojhilata Nêzik. Ev şerê zimanan yê demdirêjî bû û hîn jî berdevam dike.
Di qirna 17.’înî de Ahmedê Xanî, li ser giringîya zimanî rawestîyaye û destnîşanî hebûn û rumeta Kurd kiriye! Berhema xwe ya “Nûbara Piçûkan” nivîsîye û gotiye, “Bila kes nebêje ku Kurd bê nivîs û bê wêje ne!”
Disa rewşenbîrê Kurd yê qirna 19.’mînî Hecî Qadirê Koyî û şagirtê wî rewşwnbîrê destpêka qirna 20.’eminî yê Kurd Mîr Celadded Bedirxanî jî gef û metitsîyên dijwar li ser zimanê Kurdî dîtine û bangawazîya xwe ji bo Kurda kirine. Mir Celadded Alî Bedirxan û hevalên xwe bi vê mebestê “Kovara Hawar” weşandine. Di Kovara Hawarê de her ragihandine ku; “Dijî zimanê Kurdî şerekî dijwar pêkan e.”, “Di vî şerê zimanî de bes rêyekî serkeftinê heye, ev jî peyivandîn, xwendin û nivîsandîna zimanê kurdî ye” dibêje. Disa Mîr Celadded Alî Bedirxanî bangawazî dike ku; “Ey kurdino, an kurdî bipeyvin an jî nebêjin ku em kurd in!” tîne zimanî, dixebite û dike felsefeya Jîyana xwe..
Hacı Qadirî Koyî di qirna 19.’mîn de di helbestek xwe de metirsîya pişavtin û şikandina zimanê kurdî dibine û dibêje; “Ev Kurdên ku kurdî nepeyîve, dayîk û bavê xwe zînayê nekin jî, ev bixwe pîç û pûç in!” Ji bo ku ev rewşenbîrên Kurd bûn, sîyaseta dewletên dagirker, dijwar û metirsîdarbû ku zûtirin hişyari û pêşgirîyê bigrin û bo çareserîyê bangawazîyan bikin û bo parastina zimanê xwe çareyan bibinin û xwe amadebikin, dixwazin û her dibêjin!
Mîr Celadet Ali Bedirxan, ‘Ziman zanîn e, zanîn xwe nasîn e” dibêje. Em dizanin ku “Nasandina mirovayetîyê, bi zimanan dibe!” Disa herkeseke dipejirine ku; “Her zimanek, miroveke!” Lê belê her zimanek nasnameye, dîrok e, çand e, mirovayetî bixwe ye! Lê ka?
Niviskarê Tirk, Namık Kemal, daku zimanê tirkî bike zimanê navendî û serek, Tirkan jî bike neteweyeke yekpare, dewletê ji bikin dewletek uniter, divê wêjeya tirkî geş bibe, dixwaze şerê zimanan guur bibe, xêrjî zimanê Tirkî hemû zimanên dîtîr mîna zimanê “dijmin” diyarde dike;
“Ji destê me were, ev zimanên ku di welatê me de têne axaftin, xêrjî tirkî divê em hemû hebûna keffeyîyan wan bi dawî bikin. Daku alfabeyekî bidin destê Arnavudan, Lazan û Kurdan, mîna ku ji bo cûdakarîyê çekên manevî bidin destê wan neyaran? Ziman, ji bo qewmekî dijî yê din, fena ku şoreşa wî faşil bike, ji bawerîyê/oldarîyê bêtir giring e, sur û bi bandor e!” (30 Ağustos 1878, Hususi Mektuplar, Cilt II, Ankara, 1969, s. 231.)
Gelo wê nêrînê bes Namık Kemalî diparêze? Na! Mîna Namik Kemalî, Omer Seyfettinî, Halit Ziyayî, Halide Edipê, Huseyin Rahmiyî, Musahipzade Celalî, Reşat Nuriyî, Yakup Kadriyî, Kemal Tahirî û yên din jî vê ramanê di berhemên xwe yên nijadperest de bi her keyspazîyê parêstin e!
Lê belê Lazoran, Kurdan bi tevayî ev dijminatîya nivîskarên tirk nedîtîn e, hîn jî nedîtine. Ev gotinên Namik Kemalî bi tundî hîn jî aktuel e. Ev polîtikaya zimanî, bi rewşekî ziman şikestî û jenosîdkar berdewam e.
Di derheqa afirandina neteweya tirk de Wezirê Parastinê yê berê Vecdî Gunul dibêje; “Di vê axê de ku me evên dîtîr paqij nekiribûya, em dê nedibûn netewe!” Dîsa sîyasetmedarê bi nav û deng Silêman Demirel, di gotarekî xwe de; “Di vî welatî de, ev kesên ku ne tirk in, ji xwe re bibêjin ‘em tirk nîn in’ tirk li axa me namîn in!” dibêje. Ev herdû gotar, realiteyê berbiçav dikin..
Beranberê wan gotaran yên dirokî ku bikolin, tabloya avahîya neteweya tirk berbiçav dibe!
Ji bo Kurda pênaseya welat û netewe, bi yekîtîya sîyasî, çalakîya çandînî û putepêdana ziman ve girêdayî ye. Kurd û dostên Kurdan ku vê taybetîyê pênase nekin û li ser mijaran balkêşî nebin, nemadikarin bibin demokrat, rewşwnbîr û heta mirovperwer!
Ziman, ji bo neteweyekî can û rih e. Neteweyeke ku dest ji zimanê xwe berde, ji hebûn û realîteya xwe jî ber dide û xwe tuneyî dike. Ev ji bo neteweyekî, an gelekî xirabtirina heri xirab û xîyanet e.
Ev kesên ku dest ji ziman, welat, çand, hûner û hebûna xwe berde, her çiqas xwende, sîyasetmedar, diplomat, rewş û nirxên civatî û sîyasetê çiqas bizanibin jî, bi dilxwazî kole û gor dîlê neyarê xwe ûdijî mirovatîyê ne!
Ev; ji cıvata mirovatîyê bêpar û bîyan in, li gel neyarê xwe nîjadperestîn, daku nirxên xwe yên netewetîyê dişikînin û li ser wan nirxan bezirganîyê dikin, bêşexsîyet û dirinde ne. Çawa ku zimanê dayîka xwe bike bazarê, bi wî avayê çawa ku dayîka xwe jî dê bike bazarê eynî helwêst e.
Zimanê zikmakî dîyarîya bav û kalan e, dayîk û pîrikan e.
Ziman kamîya me ya dîrok û mirovatîyê ye.
Li zimanî xîyanet nabe!!!
Gotina kurt: Bê zêman û bê yêkîtiya siyasî, netewe nabe!