Hinek dibêjin, "şerê xendeqan", "gotinên Selahatin Demirtaş" hwd. Lê ev şaşîye û sedemên esas ev nîn in.. Dewleta tirk înîsîyatîfa li ser Kurda, paş êrişên tund yê DAİŞ'e wenda kir. Ev bû sedema "Pêvajoya çareserîyê" xirabe bike û kir
Sedema ku dewleta tirk di sala 2015'î de dev ji "Pêvajoya Aştîyê" an "Pêvajoya Çareseriyê" berda çi bû?
Paş Şerê Kobanê û mudexele û piştgirîya Hêzên Koalisyonê, inisiyatif ji dest tirkîyê şemiti. Dîyar bû ku tirkîye daxwazên xwe di van têkiliyan de bi dest naxîne. Bo ku kurda helwest û tifaqên xwe gûhestin.
Tirkîyê xwest ku înîsîyatîfa Rojava, bi destê Başur bervî xwe kontrol bike. Gor vê taktikê, ser daxwaza Hêzên Koalisyonê rê da ku hêzên peşmerge derbasi Kobanê bibin. Lê ev derbasbûyîna pêşmergeyan ya bi al, tanq, debabe û bi çekên giran rastiyek berbiçav xist. Dîyar bû ku İnisiyatifa heremê, paş berxwedana Kobanê, ji gelek alîyan ve înîsîyatîfa Kurda berz xist.. Têkiliya Tirkîyê û DAİŞÊ berbiçav raxist. Aleqaya ku berî berxwedana Kobanê tunebû ya Hêzên Koalisyon û şervanên rojava pêşveçû. Dujminatiya Başur û Rojava sistbû. Dostanîya parçeyan diyar bû. Helwêstek berbiçav ya neteweyî pêşeng bû. Tirkîye bi van geşedanan çavtirsî ma...
Di vira de berxwedan û têkilîyên Kurda ku guherin, înîsîyatîfa siyaseta tirkîyê nizim ket.
Kêşeyek jî, di demên siyaseta nerm de hêza Kurd bi bingehin û berfirehî girsdibe hate dîtin.. Di hilbijartinên Tirkîyê de; sedê 13.5 rey stend û xofek mezin kete dilê dewletê û herî çavtirsî bû...
Ser van bûyeran projeya ku dewletê ji bo çekan ji destê kurda derxîne "pêvajoya çareserîyê" dabûn destpêkirin, paş êrîşa DAİŞê, herî kifş bû ku Kurd bêçek nikarin xwe biparêzin. Bilaeks berê xwe dan parastina çekdarî.. Wê ji ev projeya "Pêvajoya çareserîyê" veguhest û daxwazên dewleta tirk faşil hişt.
Hinek dibêjin, "şerê xendeqan", "gotinên Selahatin Demirtaş" hwd. Lê ev şaşîye û sedemên esas ev nîn in.. Dewleta tirk înîsîyatîfa li ser Kurda, paş êrişên tund yê DAİŞ'e wenda kir. Ev bû sedema "Pêvajoya çareserîyê" xirabe bike û kir.
Bi bûyera Suruçê ya kuştina du polisan, kuştina 33 kesên li Surucê û bûyerên xendekan, êrîşa li ser girseyên HDP'yê ya aştixwaz, berê siyasetê bervî şer kir. Îro baştir aşkere bûye ku ev hemû çalekî bi planên dewletê pêkan bûne.
Paş xirabî bûna planên li ser "pêvajoya çareserîyê", hêza bakûr, sîyaseta êrişkarîyê ya dewletê bi aqilane nekarî faşil derbixine.. Bi siyasetek xeterane "şerê xendeqan" gurr kir. Li gel wê "muxtariyeta cîhgir" ango "xweseri" ilan kir. Bes ev pêngav gor dilê dewletê bû û ev şer jî gor daxwaza dewletê bû.
Dewletê dikarî bû di çendîn hefteyan de wî "şerê xendeqan" bi dawî bîne..
Lê dewletê bi planên demdirêj, siyasetek pir alî di ser kurdan de meşand. Ji bo ku "şerê xendekan" bi dawî bîne ne, ji bo vîn û înîsîyatîfa Kurda, di bajarên ku % 50'yî zêdetirin di destê kurdan de bû bişkîne, faşil û pert bike meşand. Lê hêza kurd, beranberî wê planê netekoşîya, çewtiyên çewtiyan kirin û kurd ji per û baskan xwe xistin... Daku sîyasetek absurt dan ber xwe! Dawîya dawîyê li xwe jî rexne negirtin, bes gotin “Me nedizanî bû ku dewlet evqasî tund e!” Mıxabin, ev gotin mîna pêlistika şer bû. Lê şer pêlîstik nebû hêrifandina bajarên welatevînî bû!
Paş wê şikestinê îro kurd li Bakur bêdeng kirine.. Dewletê di nav sazîyên Kurdan de bilakis di nav HDP'yê de înîsîyatîfa xwe herî berz kirîye û kurd nemadikarin siyasetê biafrînin....
Heta ku ev baş neyê fêmkirin, dorpêçkirina kurdan û astengîyên ku tê de têne fetisandin, nayên fêmkirin û pişt rastî nabe.
Temen ev daketin bi nû ve ji alîyê stratejik ve jî divê bêne nirxandin. Kurd çiqas ji sîyaseta serxwebûnxwazîyê dûrbikevîn, evqasî jî ji meşruiyeta xwe ya tekoşînê marjînalîze dikevin, parçe û demoralîze dibin.
Çareserî jî kîlîta yekîti û serkeftina tekoşîna Kurd tê.
Mixabin di hêza Kurd de ev hest nizim bûye..
Lê pêla ku rabibe bi hêvî ye..
İro roja me reş e.
Lê sibetoj, roj derkeve û ronahî bibe.
Ev derfet jî heye...
Ax Aqil..
De zû were...
Derengî bo me mirin e!
Bê yekîtî bo me candayîn e..
Disa em baş bizanibin ku, sedema rewşa îro ji duho tê.. Ji wê bonê divê li dûrbina duhatîyê û paşeroja xwe baş binêrin!
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.