Êş, Evin, û Şoreşa me!

Êşa me Bi şoreşê derman dibe.Ji wê bonêEvîna me şoreş e!

Ahmet Önal

16.02.2023, Per | 12:55

Êş, Evin, û Şoreşa me!
Nêrîn Belav bike

Bi êşan tevizandin,

Bi tirsan qelisandin,

Bı qedexeyîyan tewisandin,

Bi gunehan sêwirandin,

Bi derewan dorpêçandin,

Bi durûtîyan xapandin,

Bi birçitîyê perwerdekirin

Bı zikreşiyê dostanî û dilsozî şikandin

Mirov, ji mirovatîyê derxistin.

Nezanîn di nav me de civandin

Çandek xirab di me de cîh kirin.

Di bin barê nezantîyê de piştkuz kirin.

Komkûjîya sedsalî li me barandin,

Nirxên azadî û serxwebûnê ji me dizîn,

Hezkirî û evînî ji nav me rakirin.

Em hov kirinn û li aresteyan hiştin,

Em berdan hev û kirin sixwirê xwe,

Rizgarî divê ji bo me.

Çawa?

Di nav adaleta dagirkeran de,

Di duayên serpêçan de

Di qireweta qawatan de

Di tewandin û parsekan de

Felata kurdan nabe û nîn e.

Divê bı nirxên şoreşgerî

Serhildan û xwepêşandanî,

Bi hismendî û welatevînî

Hişyarî, şînasî û dildarî divê..

Dijmin karê xwe dike,

Kêşe em in!

Bı şoreşa çandî,

Bi şoreşa neteweyî,

Bi nirxên azadî û serxwebûnî

Felata me tê stendin!

Êşa me

Bi şoreşê derman dibe.

Ji wê bonê

Evîna me şoreş e!

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1448 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:50:38
x