Xiyanektaran Nas Bikin

Xiyanetkaran bi awir û keniyên wan nas bikin...

Zeynel Abidin

10.11.2017, Cum | 09:44

Xiyanektaran Nas Bikin
Nêrîn Belav bike

Awir û keniyên xiyanetî hemî eynî ne. Di wan awiran de biçûkdîtin heye, lê esil ew xwe biçûk dibînin, jiber ku xiyanet ne karê mezinan e; gava kesek xiyanet kir hûn bizanin ku ew di hundirê xwe de ji aliyekî xwe întîqam digre, jiber ku ew ji aliyekî xwe jî nifret dike. Gava we dît ku xiyanetkarek keniyeke sivik dike, hûn bizanin ku ew kes bi xwe dikene, ji bêbextî û qehpetiya xwe dikene, xwe berjêr dike. Dawiya dawî ew jî însan e û diheyîre û wisa dibêje;\"Ka mêze vê sosretê bikin, ez bi van kiryarên xwe hîna jî xwe însan dibînim\" û rikeke mezin ya bi xwe hîs dike, lê carekê kiriye û divê wê nefsê kirêt û jixwerikkirinê bi hin tevgerên sexte veşêre; ev jî nihêrîn û kenîn in. Lê ev yek jî bi serkeftî nabe, ew awir û kenî yekser wan tazî rût dike; hemî jehrên wan yên di nav dilê wan de dikele, seranser derdikeve der; awir û keniyên wan îjar xiyanetî li wan dikin û dibin eynîka hemî însanan ku ew bikarin bi asanî xiyanetkaran nas bikin.

Ti caran di nihêrînên xiyanetkaran de evîn tune ye, ti caran keniyên xiyanetkaran de dilşadî tune ye; jiber ku ew bi nihêrînên xwe marbûna xwe nikarin veşêrin, di keniyên xwe de jî çeqeliya xwe... Xiyanetkar di nav ajalan de bes li du cinsan dişivin; mîna mar dinihêrin û mîna çeqelan jî dikenin.

Piştî xiyaneta 66 şerê pir mezin qewimîn û di dawiyê de Iraq şertên Mela Mistefa Barzanî nemir qebûl kir û Peymana Otonomî hat îmzekirin.
Mela Mistefa rojekê ji Îbrahîm Ehmed pirsiyar dike:
\"Mamosta (dibêjin Mela Mistefa ev peyîv ji bo memûrên ku xwe difroşin Besiyan pêk dihanî) ka bêje we çima wisa kir? Xeletiya min çi bû ku hûn çûn gel Beesiyan û we dijî miletê xwe şer kir?
Îbrahîm Ehmed eynî wisa dibêje:
\"Serokî gewrem, birûwat bê ême be tenya xayîn în, ême sey în!\" (Serokê min yê gewre bawer bike me bes xiyanet kir, em kûçik in.\"

Pir balkêş e Qasoyê xiyanetkarê Tevgera 1925 an jî piştî demekê vegeriya Wartoyê û dibêjin heta roja dawî ya jiyana xwe jî li serê xwe dixist û digot: \"Min çawa xiyanet li Xalid Begê xwe kir, min çawa xiyanet li Şêxê xwe kir? Ez kûçik im, xiyanetkar kûçik in.\"
Ev xiyanetkarên klîga Talebaniyan dê çi bêjin? Peyvên wisa hene ku wê di pêşerojê de bo xwe bêjin, ez wek Kurd şerm dikim ku bêjim, lê yeqîn ew dê weha bêjin: \"Ême xiyanetkar nîn, ême gewretirîn xiyanetkar û qehpeyan în... Belam ew nawe hêşta îcad nebûwe.\"

Dîsa balkêş e ku civata PKK ya ku heta niha bi hezaran gêncên Kurd bi hincetên bêserûber wek xiyanet hincet kirin û kuştin, lat û daristanên Kurdistanê bi cinazeyên keç û kurên Kurd tijî kirin, çima heta niha bes peyvekê jî ji bo van xiyanetkarên herî kirêt û herî bi qehpetî negotine? Bifikirin evana di nav şevekê de bajarê Kerkûk û gelek deverên din bi destê xwe dan Îran û bûn sedema kuştin û malwêrankirina Kurdan, û PKK hîna jî peyveke bo xiyanetkaran nabêje, lê roj û şev heqaret li serokê Kurdistan Barzanî û Pêşmergên qehreman dike û bifikirin ku îro bes Barzanî û ew Pêşmergên wî nin, ku di xeta parastina welat û doza Serxwebûna Kurdistanê de li ber sengerên niştimanî canê xwe amedeyî fedayikirinê dikin...
Xiyanetkaran ji awir û keniyên wan nas bikin û bifikirin ku di dilê wan de çi qehpetî hene ku hîna wan nekariye wan jî pêk bihînin.
Bifikirin, fikir baş e û rêya rizgarî fikirkirin e.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
5869 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:25:05
x