Bajarên otelan û brîndarên Serxwebûnê

Neyarên Kurd û 'Kurdên' neyar bûn yek, trajediyeke mezin di ser me de anîn û Kurdistan bi xiyanetek mezin ya Talebaniyan, Goran û Islamiyan hate paşxistin, birîndar kirin û partiya herî mezin ya hemî Kurdistanê PKK ji bilî kufir û heqareta dijî Barzaniyan, hîna peyvekê ne dijî xiyaneta Kerkûkê ya Talebaniyan û ne jî bes peyvekê jî li dij dagirkirina Iraqê nenivîsiye, negotiye.

Zeynel Abidin

12.11.2017, Paz | 06:41

Bajarên otelan û brîndarên Serxwebûnê
Nêrîn Belav bike

Edîp Cansever helbestvanekî mezin yê tirk e. Helbestvanekî ji nifşa "İkinci Yeni" (Nûya Duyemîn). Ew, Turgut Uyar, Cemal Sureya û hin nivîskar û helbestvan xeteke ji derveyî propagandîstên kemalîzmê, xeteke wêjeyî ava kirin. Bi rastî jî bi bandur bûn. Bo mînak wan di heman demê de helbestvanê gewre Orhan Velî jî dişopandin, ku wî bi rengekî veşartî dîktatoriya Mustefa Kemal rexne dikir. "Bi bihaya serî, azadî!" digot. Yanê eger te serê xwe rakiriba, Kemal dikarîbû ew jêbike.

Di mijara Kurdan de jî ev nifşe dirûst bû, ne xulamê kemalîstan bûn, heta wan şairên kemalîst (bo mînak yên wek Atîlla Îlhan) bi qeşmeriya sîstemê bi nav dikirin. Di dîroka wêjeya Tirkiyê de yê yekem car peyva "Kurdistan" jî bi kar anî Turgut Uyar bû. "Kurdistan xwîn dike!" digot...

Çima min di van rojên dîrokî de behsa wan kir? Pirtûkeke Edîb Cansever heye bi navê Bajarê Otêlan (Otêller Kentî) û yek jî di helbesteke xwe de Turgut Uyar "Kurdistan xwîn dike" dibêje, jiber vê.

Yekê Îlonê ez hatim Hewlêr, ji bo ku tevlî xebat û bextewariya Referandûma Serxwebûnê bibim, bûm jî. Yekem car min di jiyana xwe de ewende girseyên mezin û bi coş yên bi Ala Rengîn xemlandî dît. Ji Zaxo heta Hewlêr, ji Amediyê heta Silêmanî hemî Başûrê Kurdistan bûbû lehiya serxwebûnê, lehiya Ala Rengîn...

Bifikirin, berî referandûmê bi te çi qas pere jî hebûna, pir caran ji bo şevekê xewin bikî otêl tunebûn. Hemî otêlên lûks û erzan tijî tijî bûn. Rojekê li Dihokê ez û hevalekî ew mabû li derve bimana. Paşê em çûn li nêzikî Amediyê cîhekî bi navê Sulavê otêleke wek pansiyonek me dît û em ji derve mayînê rizgar bûn.

Piştî Referandûmê jî bi sûreteke mezin otêl vala man. A niha ji sedî 80 otêl vala ne. Ew cîhê ku berî 50 dolar bûn niha ji nivî jî kêmtir bûne, heta hin deran 10 dolar jî tu dikarî odeyeke xweş ji xwe re kirê bikî.

Çima, jiber ku serxwebûn mijareke mezin e, gava ew di rojevê de be otêl li ser hevdû tijî dibin, gava ev bikeve rewşeke xeterî û şerî, otêl vala dibin. Nexwe Edîb Cansever ewê peyvê bîla sedem bikar nehaniye. Xwezî Hewlêr a niha jî wek vî helbestvanê mezin bibûya Bajarê Otêlan... Lê a niha bajarê otêlên vala ye.

Bi navê welatê xwe xemgîn dibim, niha bi hezaran însan nanê xwe wenda kirin. Bes di otêla ez tê de, du karker hatin derxistin. Av û çay jî êdî nayê dayîn. Xwediyê otêlê Pêşmergeyekî qedîm yê Şorişa Îlonê ye û ji min re dibêje; "Kak Zeynel, efû bike, rewşa ême zor xirab bûwe. Belam, to her çend detwanê ewe bide, xem niye."

Ev rewş ji bo min gelek baş bû, jiber ku berê rojê kêmtirîn sîh dolar xerc dibû, lê niha panzde dolar, belkî her biçe kêmtir be jî. Çi trajediyeke mezin e ku berjewendiya mirov û welat dijî hev be. Belê bi perê kêm ez dikarim zêdetir li Kurdistanê bimînim, lê bi gelemperî xelik dê astengiyên mezin bijî. Jiber ku ew 15 dolarên ku min zêde dida, belkî pênc zarok pê jiyan dikirin. Nexwe erzanbûna otêlan ne tiştekî baş e, Xwedê bela xwe bide, bila ji bo min baş nebûya... dibêjim xwe bi xwe û ev car helbesta Turgut Uyar dihê bîra min "Eger tu bêjî jiyan û wekhevî heye, di rêya Mûş û Tetwanê de êşkiya xwîn dikin, Kurdistan xwîn dike."

Bifikirin êdî, yên ku vê şansa serxwebûnê bes ji bo berjewendiya xwe ya şexsî û hizbî xerc kirin û gund û bajarên Kurdistan dan dagirkeran, belê kî dikare bixweze di cîhê wan de be. Keçeke Soran heye û di Youtubê de, xîtabî Hêro Talebanî dike û dibêje "Hêro xan, to delê min jîn im a, bexîwa to jin niya. Zû zincîreke bike stûyê xo û rabikişe û xo bikûje ey sosret..." Eynî gotina wê keçka delal dixwezim bikim, hemî xiyanetkaran yek bi yek... Min di jyiana xwe de cara yekem pîşeyê celdaî fikir kiriye û bi rastî jidilûcan ewî karê bidine min, ez dê bikim. Yek bi yek hemî xiyanetkarên vê trajediya mezin, yên vekirî veşartî, hemiyan yek bi yek ez dê bidarve bikim.

Ax xiyanet ax, ax qehpetiya ku bidaxwez yan jî bêdaxwez parastina xiyanetiyê dikin û mexdûran ji xwe re dikin hedef... Bifikirin, Xiyanet bêrewîştiyeke wisa ye ku, ji bo rastiyê veşêre, li hundirê çavê mirov dinihêre, hêrişî mexdûr dike û derewa xwe didomîne.

Gav a bêhna min teng dibe, Digerim, diçim bazaran, rewşa xelkî dibînim, herkes hêvî dike ku rojekê berî aşîtî çêbe, lê naxwezin erd û mafê Kurdistan jî bikeve destê Iraq. Li sengeran jî eynî psîkolojî heye, qet Pêşmergeyek naxweze bikûje û bimre, lê çi dibe bila bibe dîsa naxwezin ku bihûsteke erdê xwe bidin Iraqê; ev yek êdî bûye şerê man û nemanê; şerê Kurdperwerî û yanê heysiyetê...

Kurdperwerî heysiyet e ji bo me...

Li gundan digerim, ew jî wisa ne; her roj mirov hîs dike û rewşa aborî ne wek berê ye; bi kî re qise dikim, berî du sê salan, dibêjin, jiyaneke pir xweş hebû, her kes xwedî kar û hatineke bi têra xwe hebû... Nexwe heta şerê DAIŞ jiyaneke xweş ya Kurdistaniyan hebûye. Ji Amediyê heta Qeladizê min bi kî re qise kiribe hemî wisa gotine. Baş e, ew ajawe, ew tundijî, ew berjêrkirina Hikûmeta Kurdistan, ew dijmintiya Barzaniyan çi bû? Paşê fêm dikim, naxêr dibêjim xwe bi xwe, mijar ne feqîrî yan jî bêkarî bû, mijar giran bû; Kurdistan berev serxwebûnê ve diçû, dibû xwedî Bajarên Otêlên tijî... Kurdistan dibû stêra Rojhilata Navîn... Neyarên Kurd û "Kurdên" neyar bûn yek, trajediyeke mezin di ser me de anîn û Kurdistan bi xiyanetek mezin ya Talebaniyan, Goran û Islamiyan hate paşxistin, birîndar kirin û partiya herî mezin ya hemî Kurdistanê PKK ji bilî kufir û heqareta dijî Barzaniyan, hîna peyvekê ne dijî xiyaneta Kerkûkê ya Talebaniyan û ne jî bes peyvekê jî li dij dagirkirina Iraqê nenivîsiye, negotiye. Belê gotina Duran Kalkan ku berî mehan gotibû "Divê berê Hikûmeta Iraqê were bihêzkirin paşê Kurdistan biryara xwe bide." Û wisa dikin heyhat...

Lawê Hêro firotina Kerkûk û anîna eskerên Iraq bo Kurdistanê wek kiryareke birûmet vedibêje û yek rojnamevanek PKKiyan, siyasetvan û xebatkarên wan nabêjin "Hey bênamûs ev xiyanet çawa dibê birûmetî?" lê bi hemî hêza xwe ve hêrişî Barzanî dikin, ku ev xencer esil li ser pişta wî û miletê Kurdistanê ket.

Rojên xiyanet û qehpetiyan e niha, lê ew dê biguhere, rojên netewperistan û qehremanan jî wê dest pê bike. Jiber vê yekê dixwezim hinekî din jî (bi qasî hêza xwe ya aborî) li vir bimînim da bikarim ji van rojan re çavdêrî bikim; dîrok bila xeletî neke...

Ji bilî xiyanetkar û piştevanên wan, qehpetiya pir mezin jî eve ku bi rastî mirov ji bilî "way ulan way" qet tiştekî nikare bêje.

Ew "serxwebûnxwezên" wek agir jî bi dudilîyeke sexte û bêwêjdanî naxwezin di ser xiyanete de biçin û ew jî mîna ku qet sûcê dizan nîn e û Barzanî der û bacayên xwe çima baş negiortiye, hêrişî wî dikin; hêrişeke veşartî, bi navê rexne, yanê tam qehpetî... Ev roj dê yek bi yek bihête qeyîd kirin. Kes neke jî ez dê bikim...

Niha ne bi tenê Hewlêr ji bilî xiyanetkarên vekirî û veşartî, xulamên bênamûs yên dagirkeran, hemî miletê Kurd yek bi yek birîndarên serxwebûnê ne; lê ev car fermandarekî wan yê birîndar jî heye; ji bilî Doza Serxwebûnê, dev ji her tiştî berdaye û vegeriyaye nav Pêşmergeyên xwe, nav feylesofên xwe yên çekdar. Ev veger ji bo saxkirina birînan e; birîn dê sax bin, kolanên bajarên Kurd û Bajarê Otêlan tijî tijî bin. Ji bilî Ala Rengîn û dengê Sirûda Netewî qet tiştekî xema min û wî û vî miletî nîn e. Em serxwebûnê dixwezin û em dê pêk bihînin jî.

Belê niha Hewlêr bûye bajarê otêlên vala, lê helbestên Edîp Cansever dijîn. Peyva Turgut Uyar dijî, Kurdistan Xwîn dike...

Kurdistan xwîn bike lo, nexem e, ême Kurd în, Kurdên nexilaviyayî û ma Kirmancî me bira.

Bijî serxwebûn, bijî ax Kurdistan...

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
3991 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:14:36

Zeynel Abidin

Nivîsên Dawî a Nivîskar

x