11 term li nav Mûsilê hatin dîtin

Li bajarê Mûsilê li bakurê rojavayê Iraqê 11 term di bin kavilên avahiyan de hatin dîtin. Rêveberê Ragihandinê yê Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Neynewayê dibêje, “term ên wan kesan in ku di dema şerê DAIŞê de hatine kuştin.”

23.06.2023, Cum - 10:53

11 term li nav Mûsilê hatin dîtin
Nuçe Belav bike

Rêveberê Ragihandinê yê Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Neynewayê Seid Cibûrî duh Pêncşemê 22ê Hezîranê ji Rûdawê re ragihand, tîmeke wa li navçeya Meydan a bajarê Mûsilê 11 term dîtine.

Seid Cibûrî got, karmendên wan 11 term ji bin kavilên hejmarek xaniyan de derxistine û paşê ew term radestî Tiba Edlî ya Mûsilê kirine.

Derbarê nasnameya wan de, Seid Cibûrî diyar kir, “Term nedihatin naskirin û nasname jî bi wan re nebûn. Li gor texmînan, ew kes sala 2017ê di şerê DAIŞê de hatine kuştin.”

Ew term di dema paqijkirina navçeyê ji paşmayên şer de li nav bajêr hatine dîtin.

Roja 20ê Hezîranê jî 9 termên din li heman cihî hatibûn dîtin û radestî Tiba Edlî ya Mûsilê hatibûn kirin.

Ji Hezîrana 2014an ve heta sala 2017an bajarê Mûsilê di kontrola rêxistina DAIŞê de bû. Paşê bajêr di operasyoneke hevbeş de ji aliyê hêzên Iraqê, hêzên Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî hat rizgarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 464 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:29:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x