Anthony Blinken: Kêfxweş im ku hikûmeta nû piştevaniya başkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê dike

Li gor daxuyaniya Serokkomariya Iraqê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken kêfxweş e ku hikûmeta nû ya Iraqê piştevaniya başkirina peywendiyên navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.

05.11.2022, Cts - 08:12

Anthony Blinken: Kêfxweş im ku hikûmeta nû piştevaniya başkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê dike
Nuçe Belav bike

Serokomariya Iraqê ragihand ku Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd roja Înê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken re peywendiyeke telefonî pêk aniye. Di wê pêwendiya telefonî de Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi boneya bijartina Letîf Reşîd weke serokomar pîrozbahiya wî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin “Wezîrê derveyê Amerîka kêfxweşiya xwe da nîşan da, ku hilbijartina serokkomar û pêkanîna hukûmetê bi awayekî aştîyane û demokrasîyane hat encamdan û hukûmet kar dike, da ku hemû armancên ku piştevanîya pêkanîna ewlehiyê li Iraqê dikin pêk bîne. Hikûmet jî piştevaniya pêşkêşkirina xizmetguzariyan û başkirina peywendiyên navendê û Herêma Kurdistanê dike, ku ev yek di berjewendiya Iraq û hemû pêkhateyên wê de ye.”

Di peywendiya telefonî de, Serokkomarê Iraqê û Anthony Blinken tekez li ser giringiya hevpeymaniya stratejîk a di navbera Iraq û Amerîkayê de li şerê dijî terorîstan li Iraq û navçeyê kirin û Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî piştevaniya welatê xwe ji gelê Iraqê re tekez kir.

Di peywendiya telefonî de, Serokkomarê Iraqê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê beşdariya xwe di civîna bilind a avhewayê de ku biryare roja Yekşemê li Misrê destpê bike gotûbêj kirin û Letîf Reşîd amaje bi çend kêşeyên jîngehê kir ku Iraq tûşî wan kêşeyan dibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:09:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x