Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê daxwazê ji welatiyên xwe dike ku serdana Îraqê nekin

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê haydariyek parve dike û tê de dibêje, “Em bi hûrî lidûçûnê ji bo raportên girêdayî êrîşkirina li ser dezgehên bazirganî yên Amerîkayî li Bexdayê dikin û vekolanan li ser dikin.”

12.06.2024, Çar - 09:56

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê daxwazê ji welatiyên xwe dike ku serdana Îraqê nekin
Nuçe Belav bike

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê welatiyên xwe haydar dike ku ji ber metirsiyên revandinê, kiryarên teroristî, şerên çekdarî û nearamiya rewşê serdana Îraqê nekin.

Hêleke gerim jî danaye ji bo peywendîkirina wan welatiyên Amerîkayî yên ku li Îraqê rûbirûyî arêşe û destdirêjiyan dibin.

Çavkaniyeke ewlehiyê li roja Çarşemê, 05.06.2024, ji medyayên navxweyî re ragehand, “Êrîşî peymangeha Kambirîcê (Cambridge) ya fêrkirina zimanî li devera Urubeyê ya parêzgeha Dîwaniyeyê hatiye kirin.”

Wê çavkaniyê amaje jî da, “Ew êrîş ji aliyê kesekî nenas ve ku swarê motorsiklê bû bi narincokê hatiye kirin.” Herwesa got, “Ew êrîş bû sedema birîndarbûna yek ji zêrevanên wê peymangehê û êrîşker jî revî.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 377 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:25:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x