Amerîkayê komeke çekdar a Îraqê xist lîsteya terorê

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku wan komeke çekdar a Îraqî xistiye lîsteya terorê û kesayetiyek jî xistiye lîsteya sizayan.

13.06.2025, Cum - 10:46

Amerîkayê komeke çekdar a Îraqê xist lîsteya terorê
Nuçe Belav bike

Ofîsa Kontrolkirina Samanên Biyanî ya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ve, koma Ketaîbên Îmam Elî wek "rêxistineke terorîst a biyanî" destnîşan kiriye.

Ew kom di sala 2014an de hatiye damezrandin û çekdarên wê li Îraq û Sûriyeyê ne.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê dibêje, wê komê "piştgirî daye kiryarên terorîstî."

Her wiha kesek bi navê Nasir Muhsin Elî, jidayikbûyê sala 1970yî û niştecihê Bexdayê û Berdevkê Tevgera Nucebayê ku ew tevger jî ji aliyê Amerîkayê ve wekî "komeke terorîst" hatiye destnîşankirin, navê wî ketiye lîsteya sizayên cemidandina saman û qedexeya geştê ya bo Amerîkayê.

Li gorî van rêkaran, her samanekî kom û kesên sizakirî li Amerîkayê hebe, dê bê cemidandin û nikarin serdana Amerîkayê bikin.

Her wiha welatiyên Amerîkayê nikarin ti danûstandinên darayî ligel wan bikin.

Endamê Komarî yê Civata Nûneran a Amerîkayê Joe Wilson spasiya Wezareta Xezîneyê dike ku li ser daxwaza wî, koma Ketaîbêm Îmam Elî xistiye lîsteya terorê.

Wilson di parvekirineke xwe de li ser tora civakî ya Xê wiha got:

"Ez hanê didim Wezareta Xezîneyê û Wezareta Derve ku pêngavên zêdetir bavêje û hemû mîlîsên Îranî yên li nav Îraqê bixin lîsteya terorê, bi taybetî Rêxistina Bedir ku min di nameya xwe de jî daxwaz kiribû."

Wilson her wiha got, "Min ji wan re got ku Trump dê vê yekê çêbike. Em ê Îraqê ji Îranê rizgar bikin."

 

Vî nûçeyê tevayî: 174 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:10:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x