Ebadî derbarê Kerkûkê de peyameke nû belav kir

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya facebookê ragihand: “Pêwîste lêkolîn li ser daxwaza wan kesan were kirin, ku ji aliyê Asayîşa Herêma Kurdistanê ve li Kerkûkê hatine girtin.”

07.11.2017, Sal - 12:03

Ebadî derbarê Kerkûkê de peyameke nû belav kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaz kir, ku li ser daxwaza malbatên kesên ku ji aliyê Asayîşa Kekrûkê ve hatine girtin, lêkolîn were kirin.

Ev helwesta Ebadî piştî wê yekê hat, ku îro Sêşem 07-11-2017, bi dehan kes li beriya avahiya Parêgeha Kerkûkê kom bûn û daxwaza zelalkirina çarenivîsa kesûkarên xwe kirin, ku ji aliyê Asayîşa Kerkûkê ve hatine girtin.

Xwenîşanderên Kerkûkê herwiha, ji bo cezakirina wan kesên, ku bûne sedema bêserûşûnkirina xizmên xwe, daxwaza tomarkirina giliyê li Komîsyona Mafê Mirovan kirin.

Ev di demekê de ye, ku ji 16ê Cotmehê ve hêzên Asayîşa Kerkûkê li bajêr nemane.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1625 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:50:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x