Kiryarên Heşdî Şabî bi belge li Parlementoya Ewropayê de ye

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dîlawer Ajgeyî ragihand, ku li gel çend parlaemnterên Parlamentoya Ewropayê civiyaye û raporekê derbarê qurbanî û tawanên Heşda Şeibî de daye wan.

18.11.2017, Cts - 09:31

Kiryarên Heşdî Şabî bi belge li Parlementoya Ewropayê de ye
Nuçe Belav bike

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dîlawer Ajgeyî ragihand, li gel parlaementerên Parlamentoya Ewropayê Charles Tannock, Ana Gomes, Lars Adaktusson, Martin Cschirdewan, Anders Primdahl Vistisen û Joseph Waydinholzer civiyaye û di civînê de rewşa Herêma Kurdistanê ya piştî 16'ê Cotmehê ji wan re rave kiriye.

Dîlawer Ajgeyî di daxuyaniyekî xwe de got: “Rê û rêbazên lobîkirinê û zêdetir agahdarkirina Parlamentoya Ewropayê ji wan pêşkeftinan hatine gotûbêjkirin. Çend biryar derbarê karên weke lidarxsitina civînên taybet, semîner, konferans û pêşangahên de hate gitine girtin biryara amadekariyan hate dayîn.”

Ajgeyî berdevamiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir, ku raportekî bi wêne û datayên derbarê qurbanî û tawanên Heşda Şeibî û binpêkirinên destûrê de jî xistine ber destê parlamenteran.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê diyar kir: “Herwiha me behsa giringiya navbeynkarî û beşdarbûna civaka navdewletî ya ji bo danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.”

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1067 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:15:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x