Li hemberi Kurdan odeya operasyonên sê alî!

Di van rojan de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî serdana çend welatên herêmê û kir medyaya Iraqî gelek giringî dane serdanên wî bi taybetî jî a ji bo Tirkiyê û Iranê. Ew serdan li ser Herêma Kurdistanê dê bibe sedem ku bêtir mueyide werin sepandin.

27.10.2017, Cum - 08:36

Li hemberi Kurdan odeya operasyonên sê alî!
Nuçe Belav bike

Şirovekarê siyasî Edalet Ebdulah li bajarê Silêmaniyê li gel Sputnik Kurdistan re axifî û ragihdand ku: \"Peywendîya serdana Ebadî ji bo Tirkiye û Îranê bi êrîrşên hêzên Iraqê yên bi ser navçeyên Herêma Kurdistanê ve heye û Ebadî nîşandaye ku ew niha di rewşeke şerî de ye. Ji ber wê yekê Ebadî pêwistî bi hemahengî û piştevaniyê heye û Tirkiye û Îran jî vê piştevanî ji bo Ebadî dikin. Ji ber ku her sê welat xwedî çend xalên hevpar in. Nemaze pirsa kurd bi giştî û derxistina Kerkûkê ji bin kontrola desthilata kurdî.

Ebdullah da zanin ku di navbera her 3 welatan de lihevkirinek heye û weha berdewam kir. \"Li pey zanyariyên min hersê welatan, Tirkiye, Îran û Iraqê odeya operasyonê pêk anîne ji bo ku siyaseteke nû li dijî Herêma Kurdistanê peyrew bikin. Derbarê êrîşên hêzên Iraqê bo ser navçeyên Kurdistanê jî her sê welatan lihevkiriye ku divê Kerkûk dibin kontrola desthelata Bexdayê da be. Odeya operasyona wan ji bo bêtir hemahengiyê ye û ligel pêşdaçûna buyeran peywendiyên dîplomasiyê di navbera wan de xurttir dibin. Serdana Ebadî bo Tirkiye û Îranê tevavkerê hemahengî û dîplomasiya wane.\"

Ebdullah derbarê karîgeriya ku serdana Ebadî dê li Herêma Kurdistanê bike de weha axifî: \"Wê serdan ewilê rengvedaneka siyasî û aborî bike. Ebadî pêdivî bi piştevaniya van her dû welatan heye, ji bo ku berdewamiyê bide siyaseta xwe ya li dijî Herêma Kurdistanê. Nemaze di warê aborî de. Ji bo dorpêçên aborî û kontrolkirina deriyên sînorî û kontrolkirina jêderên abori yên li ser Herêma Kurdistanê bêtir werin sepandin.\"

Ebdulah diyarkir ku, berî serdana Ebadî serleşkerên her 3 welatan civînek li gel Ebadî kirine û weha pê de çû: \"Ya dûyem, niha hêzên Iraqê êrîş dikin û Ebadî pêwîstî bi piştevaniya Tirkiye û Îranê heye. Di vî warî de ji bo ku berî destpêkirina her danustandinekê ligel Herêma Kurdistanê fişarên tund li ser bin û berî vê serdanê, ser leşkerên Tirkiye, Îran û Iraqê li gel Ebadî li Bexdayê civînek lidar xistina. Em dikarîn bêjîn ji ruyê leşkerî ve serdana Ebadî bo van dû welata temamkerê civînê bu.

Ebdulah diyarkir ku ev plan pêywendî bi dewletên din ve jî heye û got: \"Peywendiya beşek ji wê planê bi semta buyeran a li navçeyê û helwesta Amerîka, Neteweyên Yekbûyî (NY) û welatên Ewropayê ve heye. Li gor zanyariyan wan niyaz hebû çend yekên leşkeri yên Iraqê di nav bajarên Kurdistanê de derbas bikin û ber xalên sînorî biçin û li her bajar û cihekî eger ala Iraqê nebe, ew ala Iraqê bilind bikin, lê ev kare bi şer nebe, de bi peyman be li gel herêma Kurdistanê.

Derbarê biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê bo cemidandina encamên refrandomê û pêşwaziya Amerîka ji bo vê biryarê Edalet Ebdullah dibêje: \"Pêşwaziya Amerîka ji bo vê biryara hikumeta Herêma Kurdistanê giringe. Ji ber ku Amerîkayî baş dizanin biryara cemidandinê ne wekî biryara betalkirinê ye, lê ligel wê çendê jî ew pêşwaziyê jê dike, ev xaleke pir girînge ji helwesta Amerîka. Lê hikumeta Iraqê daxwaza betalkirina encamên referandûmê dike. Parlemana Iraqê ji Ebadî xwastiye referandûm were betalkirin, lê belê ez bawerim niha hewlên dîplomasî hebin û rê bi hikumeta Iraqê neyê girtin wê daxwaza tiştên mezintir ji Herêma Kurdistanê bike. Raste cemidandina referandûmê çêdibe li demek din û di pêşerojê de careke din kar bi encamên wê bê kirin û dibe ew hewl bawerî bi Ebadî bikin dest ji daxwaza betalkirina encamên referandûma serxwebûna Kurdistanê berde.

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1010 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:43:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x