Malîkî ketiye nav tevgerîneke xeter!

Parlamenterê Kurd Neda Mêrgesorî dibêje, Nûrî Malikî dixwaze bi alîkariya du parlamenterên Kurd lêpirsînê li 15 parlamenterên Kurd yên di referandomê de deng dabûn serxwebûna Kurdistanê, veke.

18.11.2017, Cts - 12:48

Malîkî ketiye nav tevgerîneke xeter!
Nuçe Belav bike

Parlamentera Kurd û berdevka firaksyona PDK'ê li parlamentoya Iraqê Neda Mêrgesorî ragihand ku, parlamenterên Dewleta Qanûnê bi serokatiya Nûrî Malikî dixwazin pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê zêdetir aloz bikin.

Neda Mêrgesorî her wiha got, parlamenterên Dewleta Qanûnê hefteya borî xwestin ku pêşniyarqanûna lêpirsînkirina beşek ji parlamenterên Kurd yên ku di referandomê de deng dabûn serxwebûna Kurdistanê, bixin rojeva parlamentoya Iraqê lê nekarîn.

Mêrgesorî da zanîn, Malikî û peyayên xwe dê dîsa hewl bidin lêpirsînê li parlamenterên Kurd bikin ji ber wê jî dê di civîna sibê de jî xwe biceribînin. Helbet du parlamenterên Kurd (Ala Talebanî û Şivan Dawûdî) jî alîkariya wan dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1427 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:06:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x