Nêçîrvan Barzanî: Em bi hemû hêza xwe hewl didin ku hilbijartin neyên paşxistin

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku li Herêma Kurdistanê pirsgirêkên siyasî hene lê weke Serokatiya Herêma Kurdistanê hewl dane pirsgirêkan çareser bikin û bibin sîwanek ji bo komkirina aliyên siyasî û anî ziman, “Em bi hemû hêza xwe hewl didin ku hilbijartin zêde neyên paşxistin.”

05.05.2023, Cum - 05:50

Nêçîrvan Barzanî: Em bi hemû hêza xwe hewl didin ku hilbijartin neyên paşxistin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê 4ê Gulana 2023an beşdarî panela bi navê “Herêma Kurdistanê aliyekî çalak di qada nîştimanî de” ya Foruma Iraqê bû û li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û got, “Min erkê xwe bi cih anî û bang li aliyên siyasî kir ku li gorî dema diyarkirî tevbigerin, li Serokatiya Herêma Kurdistanê hemû hewlên me ji bo wê ye ku hilbijartin zêdetir neyên paşxistin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a axavtina xwe de behsa pirsgirêkên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir û diyar kir ku di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de pirsgirêkên siyasî hene, “Lê Serokatiya Herêma Kurdistanê hemû hewlên me ji bo wê ye ku Serokatiya Herêma Kurdistanê bikin sîwanek ji bo ew ên kêşeyên wan hene û em dê di rola xwe de berdewam bin.”

Nêçîrvan Barzanî li ser pirseke boykota YNK ya civînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, “Derketina tîma YNKê ji hikûmetê pêngaveke ne rast bû, ji ber ku YNK pêkhateya sereke ya vê hikûmetê ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir ku “Serok Mam Celal û Serok Barzanî piştî lihevkirinê gavên mezin avêtine, YNK bi derketina ji hikûmetê ne xizmet YNKê re û ne jî ji gelê Kurdistanê re kiriye.”

Nêçîrvan Barzanî daxwaza vegerê ji tîma YNKê bo civînên hikûmetê kir û destnîşan kir serokwezîr jî çend caran daxwaza vegera tîma YNKê kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 185 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:46:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x