Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî li Iraqê UNAMI ragihand ku hikûmet û Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê aramî û ewlehiya xelkê diparêzin û daxwaza lêkolînê li ser kuştina rojnamevanê Kurd kir. Her wiha Heşdî Şabî hat şermezar kirin.
UNAMI'yê, di derbarê bûyerên roja Yekşemê 29'ê Cotmehê li çend cihên Herêma Kurdistanê, bi sedema ku ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê parastine destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê kir.
Di daxuyaniya UNAMI'yê hat xwestin ku pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de bi diyalogê werin çareserkirin.
UNAMI'yê herwiha kuştina rojnamevanê Kurd ê dezgeha Kurdistan.TVyê Erkan Şerîf li Kerkûkê, şermezar kir û daxwaza lêkolînê kir û xwest tawanbar werin dadgehkirin.
Herwiha UNAMIyê pêzanîna xwe ya li ser qedexekirina hin weşanên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve parve kirin ku ew rewşê dişopînin.