Papayê Vatîkanê Amajeyê dide ku dema serdana Îraqê kiribû, bizav ji bo terorkirina wî hatibû kirin. Herwesa dibêje, “Ev metirsîdartirîn geşta wî bû, di dema 11 salên karkirina wî de.”
Papayê Vatîkayê Papa Francis duh pareke din a kitêba “Hêvî qet bêhêvîbûnê çê nake” parve kir, ku tê de balê dikişîne ser serdana xwe ya Îraqê li Adara sala 2021ê.
Papa Francis di pareke wê kitêbê de amaje daye ku, dema li ser rêyê diçû Mûsilê, bi kêmî ve ji aliyê du kesan ve bizav hat kirin ku ew teror kiriba.
Papayê Vatîkayê ron jî kiriye ku, biryar bû li Mûsilê tevlî çalakiyekê bûba lê li ser rêya çûnê bo wî bajarî, keçikekê jî xwestibû ku çûba Mûsilê û di dema gehiştina wî de xwe teqandiba. Ji bo vê meremê jî, barhilgireke biçûk bi lezatiyeke zêde ajotibû.
Heta niha Vatîkanê ji aliyê xwe ve çi ronkirinên zêdetir li ser van gotinên Papa Francis parve nekirine.
Biryar e kitêba “Hêvî qet bêhêvîbûnê çê nake”, ku ji aliyê Papa Francis ve hatiye nivîsîn, li roja 14.01.2025ê bê parvekirin.