Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokomarê Iraqê re dicive

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokomarê Iraqê re civiya.

14.09.2023, Per - 13:01

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokomarê Iraqê re dicive
Nuçe Belav bike

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, derbarê mafên darayî yên Herêma Kurditanê de, li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd re civiya.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pêk tê.

Şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî civîna bi her sê serokatiyên Iraqê re, dê ligel aliyên siyasî yên Iraqê yên ku di Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de ne, bicive.

Şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze bi saziyên fermî yên Iraqê û aliyên siyasî re li ser mafên darayî yên Herêma Kurdistanê yên ku di yasaya bûdceyê de hatiye bicihkirin lê ji bo Herêma Kurdistanê nehatine şandin, gotûbêjan bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 314 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:31:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x