Muqteda Sedr biryar da hemû saziyên ser bi tevgera xwe ve bigire û ragihand, “bi tevahî dest ji siyasetê berdidim
Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr biryar da hemû saziyên ser bi tevgera xwe ve bigire û ragihand, “bi tevahî dest ji siyasetê berdidim.”
Muqteda Sedr îro Duşemê 29ê Tebaxa 2022an di twîtekê de dûrketina xwe ji siyasetê bi temamî û girtina hemû saziyên ser bi tevgera xwe ve ji xeynî "Mezargeha Pîroz, Muzexaneya Pîroz û Dezgeha Mîratê ya Al-Sedr" ragihand.
Muqteda Sedr dibêje, “Gelek kes di nav de jî Seyid El-Haîrî difikirin ku ev rêberî bi saya wan an bi fermanê hat, na, ev pêşî ji kerema Rebbê min û bereketa bavê min e… ku dest ji Iraqê û gelê wê berneda.”
Li aliyekê din, Salih Mihemed Iraqê ku weke wezîrê Sedr tê naskirin, hesabên xwe yên li Twitter û Telegramê girtin