Serokê Şepêla Sedrê Muqtda Esedirî îro şemiyê hişyariyek da li dijî gefxwarina li kurdên li Bexdayê û bajarên din ji ber referandûma serxwebûna kurdistanê û ew helmet wek "fitneyeke siyasî" bi nav kir.
Nûçe hatibûn weşandin ku piştî referandûma serxwebûna kurdistanê bi rêjeyeke bilind dengê erê derxist, kurd û neaxsim kurdên feylî rastî gelek gefan hatine ku carinan gef li wan hatiye xwarin ku ji herêmên iraqî bên qewrandin.
Li ser van gefan pirsyarek ji Sedrî hat kirin û wî jî diyar kir ku nabe "bêguneh ji ber gunehên kesênd in bikişînin" û got" ev fitneyeke siyasî ye lewra lê hişyar bin."