Serokê Parlamentoya Irakê: Projeya perçekirina Iraqê nayê qebûlkirin

Serokê Parlamentoya Nûnerên Iraqê Selîm Cibûrî ji bo amadehiya referanduma Herêma Kurdistanê ragihand ku ti projeyên perçekirina Iraqê nayê qebûlkirin.

21.06.2017, Çar - 07:00

Serokê Parlamentoya Irakê: Projeya perçekirina Iraqê nayê qebûlkirin
Nuçe Belav bike

Serokê Parlamentoya Nûnerên Iraqê Selîm Cibûrî li Bexdayê di civîna xwe ya çapemenî de ji bo amadehiya biryara referanduma Herêma Kurdistanê ragihand ku ti projeyên perçekirina Iraqê nayê qebûlkirin.

Selîm Cibûrî di axaftina xwe de qesta biryara referanduma Kurdistanê ya 25ê Îlonê kir û got: "Di pratîkê de lidarxistina hilbijartinê di wê dîrokê de ne gengaz e. Lê hilbijartina giştî ya Iraqê wê di Nîsana 2018an de werin lidarxistin."

Cibûrî di berdewamiya axaftina xwe de li hemberî pirsa plana referanduma serxwebûnê got: "Em li dijî biryara referanduma bajarekî dernakevin, lê divê ev jî li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê be. Projeyeke perçekerina axa Iraqê nayê qebûlkirin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1442 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:12:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x