Serokomarê Iraqê tekezî li girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dike

"Vegerandina awareyan bo navçeyên wan, pêwîstiya wê bi hewla cidî û bilez a hemû aliyan heye."

24.01.2023, Sal - 07:14

Serokomarê Iraqê tekezî li girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dike
Nuçe Belav bike

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd tekezî li girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û daxistina dosyeya awareyan dike.

Li gor daxuyaniya Serokomariya Iraqê, di civînekê de ligel Cîgirê Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Xulam Mihemed Îshaq, Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd dubar kiriye ku ew çaverêya karên zêdetir ji rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyî dikin.

Serokomarê Iraqê tekezî li ser girîngiya cîbicîkirina birge û maddeyên nav rêkeftina Şingalê û bilezkirin avakirina xaniyên guncaw ji bo awareyan û vegerandina wan bo cih û warên wan û daxistina dosyeya awareyan kiriye.

Herwiha diyar kiriye ku yekalîkirina dosyeya awareyan û başkirina rewşa wan a jiyanê, li pêşîneya karên wan e û destnîşan kiriye ku vegerandina awareyan bo navçeyên wan, pêwîstiya wê bi hewla cidî û bilez a hemû aliyan heye, ji ber ku ew navçe karesatbar in û ji hemû xizmetguzariyan bêpar mane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 213 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:08:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x