Sûdanî: Îraqa nû qebûl nake ku dûvelankê ti aliyî be

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî got, “Îraqa nû qebûl nake ku dûvelankê ti aliyî be.”

28.05.2025, Çar - 10:46

Sûdanî: Îraqa nû qebûl nake ku dûvelankê ti aliyî be
Nuçe Belav bike

Mihemed Şiya Sûdanî li ser mijarên li rojevê ji rojnameya "Ehram"ê ya Misirê re axivî.

“Çêtir bû ku em bibin pireke ji bo diyalogê”

Şiya Sûdanî bal kişand ser girîngiya diyalogê û got:

"Bi ya me çêtir bû ku em bibin pireke ji bo diyalogê, ne ku em bibin qada çareserkirina nakokiyan.

Me di navbera Siûdî û Îranê, Urdinê û Tehranê, her wiha Misir û Îranê de civîn pêk anîn."

Wî got, "Ew tişt li bîra me ye ku Îran sala 2014an di şerê li dijî DAIŞê de bi me re rawestiya” û berdewam kir:

"Ew tiştê ku Îraqiyan cuda dike şanazî bi welatê wan û rûmeta wan e ku rê nade ku dîl an piştevanê kesekî bin, bi giştî Îraqa nû qebûl nake ku dûvelankê tu alîyî be."

Serokwezîrê Îraqê bal kişand ser rewşa Sûriyeyê jî û got ku ew tenê “parastina Sûriyeyeke yekgirtî û aram” dixwazin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 177 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:23:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x