Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê: Iraq dê tazmînatê bide Tirkiyê

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyê ragihand ku di doza di navbera Iraq û Tirkiyê de ku li Odeya Bazirganiya Navdewletî (ICC) diha dîtin de biryar hatiye dayîn ku Iraq Tirkiyê qerebû bike.

28.03.2023, Sal - 17:13

Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê: Iraq dê tazmînatê bide Tirkiyê
Nuçe Belav bike

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyê roja Sêşemê 28ê Adara 2023an bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand di doza di navbera Iraq û Tirkiyê de ku li Dadgeha Navbeynkar a Odeya Bazirganiya Navdewletî (ICC) ya li Parîsê dihat dîtin de, ji 5 daxwazên Iraqê 4 ji wan hatine red kirin û piraniya daxwazên Tirkiyê hatine pesendkirin. Wezareta navborî diyar kiriye ku di dozê de biryar hatiye dayîn ku Iraq Tirkiyê qerebû bike.

Di daxuyaniyê de ameje bi wê yekê hatiye dayîn ku ew doz geşedaneke lihevnekirina rêveberina petrolê ya di navbera Hikumeta Navendî ya Iraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê de ye ku salên dirêj in berdewam dike.

Di daxuyaniya Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyê de tê gotin: “Piştî belavbûna nûçeyên ku Iraqê doza di navbera welatê me û Iraqê de li Odeya Bazirganiya Navdewletî (ICC) dihat dîtin qezenckiriye, pêdivî bi wê yekê hatiye dîtin ku raya giştî bê agahdarkirin. Tirkiye wek hevbeşeke girîng a gelek projeyên navdewletî yên enerjiyê her carekê bi zanebûna berpirsyariyê tevgeriyaye. Welatê me tevî hemû nearamiya li navçeyê ji sala 1973an ve ji bo ku hêla Boriya Petrolê ta Iraq-Tirkiyê çalak bihêle bi milyaran dolar xerckirine û her sûdeke pêdivî li parastina aramiya bazara cîhanî ya petrolê kiriye. Tirkiyê ji bo çareseriya pirsgirêka heyî bi rêyên dostane hem ligel aliyên peywendîdar hem jî ligel welatên peywendîdar gelek hewildanên dîplomasî dane. Di asta niha ya dozê de şanda dadgehê, ji 5 daxwazên Iraqê 4 ji wan redkirine. Piraniya daxwazên welatê me jî pesendkirine û ji ber van binpêkariyan biryar daye ku Iraq Tirkiyê qerebû bike. Tirkiye wek her carekê bo bicihanîna pêdiviyên hiqûqa navdewletî û çareserkirina mayînde ya pirsgirêka di navbera aliyên sereke de, bo gihandina her cor sûdekê amade ye.”

Çi bibû?

Wezareta Petrolê ya Iraqê, ragihandibû ku wan doza li Dadgeha Navbeynkar a Odeya Bazirganiya Navdewletî (ICC) ya derbarê peymana beriya 9 salan a hinardekirina petrolê ya bi rêya Boriya Petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê ya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de qezenckiriye.

Wezareta navborî ya Iraqê ragihandibû ku ew pêşwaziyê li biryara Dadgeha Navbeynkar a Odeya Bazirganiya Navdewletî (ICC) dikin.

Hatibû ragihandin ku dadgeha navborî biryar daye ku Tirkiye di navbera salên 2014-2018an de bo dema 4 sala 1.4 milyar dolar qerebûyê bide Tirkiyê.

Piştî biryarê hinardeya petrolê ji Herêma Kurdistanê hatibû rawestandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 297 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:20:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x