Wezîrê Iraqî: Ji hinek kiryarên DAÎŞ'ê em agahdar bûn

Wezîrê Navxwe yê Iraqê Qasim Ereçî ragihand ku, ew carnan bi kontrol rê didin hinek êrişê çekdarên rêxistina DAIŞ\'ê.

20.11.2017, Pts - 11:43

Wezîrê Iraqî: Ji hinek kiryarên DAÎŞ'ê em agahdar bûn
Nuçe Belav bike

Wezîrê Navxwe yê Iraqê Qasim Ereçî di hevpeyvînekê ligel rojnameya Independent Birîtanî de got: “Hinek mirovên me yên ligel DAIŞê dixebitin hene û razîbûne ku ligel me jî kar bikin. Haya DAIŞê ji vê yekê nîne lewma ez naxwazim hurgiliên wê eşkere bikim.”

Qasim Ereçî da xuyakirin hin kesn wan di nava DAIŞê de hene ku zaniyariyan didin wan û gelek caran ew bixwe pereyê wan otomobîlan didin ku bombeyan tînin nava Bexdayê û zaniyariyên şaş belav dikin ku kesên wan di nava DAIŞê de eşkere nebin.

Piştî teqîna li Taxa Keradeyê ya Bexdayê ku di encamê de zêdetirî 300 kesan canê xwe ji dest dabû Qasim Ereçî hatiye dest bi peywira wezareta navxwe ya Iraqê kiriiye. Bi gotina Qasim Ereçî egera êrişên mezin a DAIŞê nemya û ew dibêje sedema wê yekê jî ew e ku DAIŞê bajêrên mezin ên têde bikaribe xwe rêkbixe ji dest daye.

Derbarê sixûrên di nav DAIŞê de jî Ereçî got endamên malbatên pile bilind ên DAIŞê zanyariyan didin wan û ew jî pereyan didin wan kesan û herweha gerantiya wê yekê didin wan ku dê jiyana wan parastî be.

Pêştir hêzên ewlehiya Iraqê bi gendelî û bertîlê dihatin tohmetbarkirin. Her gelek caran azadkirina endamên DAIŞ û El Qaîdeyê jî dibû sedema vê yekê. Wezîrê Navxwe yê Iraqê destnîşan dike heta niha jî ev diyarde heye û dibêje beriya niha berpirsekî wezareta navxweyî bi tohmeta alîkariya daye malbeteke endama DAIŞê ku ji Mûsilê bireve Bexdayê, rûbirûyê dadgehê bûye.

Qasim Ereçî ji bilî hevdîtinên bi berpirsên leşkerî û siyasî yên Amerîka re dike çend hêzên girêdayê wezareta navxweyî ya Iraqê ji aliyê Amerîkayê ve hatiye perwedekirin û biçekkirin.

Derbarê vê yekê de jî ji Associated Pressê re got: “Jiyan wiha ye. Duh ez dixistim zîndanê lê niha ez bi Balyozê Amerîkayê re hevdîtinan dikim.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1264 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:44:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x