Erebên hawirde gefa dagirkirina gundekî Kerkûkê dixwin

Jêderekî ji gundê Şenaxe yê ser bi Sergeran ragihand, Erebên hawirde gefê li cotkarên Kurd ên gundê Şenaxe xwarine û dixwazin îro bikevin nav gund û zevî û erdên cotkarên Kurd dagir bikin.

28.02.2023, Sal - 14:32

Erebên hawirde gefa dagirkirina gundekî Kerkûkê dixwin
Nuçe Belav bike

Jêderê Kurdistan24ê diyar kir, Erebên hawirde çadir bi xwe re anîne û niyeta wan xirab e û dixwazin li gund bimînin û zeviyên cotkarên Kurd dagir bikin.

Herwiha eşkere kir, di egera hatina wan de, cotkarên Kurd dê rûbirûyî wan bibin û rê nadin vê dagirkeriyê.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, ji bo rêgirtina li her egereke neçaverêkirî, hêzeke artêşa Iraqê jî li nav gund hatiye belavkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 279 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:34:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x