Şanoya Enfalê bi wergêra xwe ya bi zimanê Tirkî hate weşandin

07.07.2025, Pts - 15:04

Şanoya Enfalê bi wergêra xwe ya bi zimanê Tirkî hate weşandin
Nuçe Belav bike

Di nava Weşanxaneyên Kurdan de yek ji weşanxaneye girîng, weşanxaneya Zîlanê ye. Loma em dixwazin hizmeta berhem, wêja û nivîsên bi kurdî, bikin. Ji wan xizmetên me yek jê jî şanoya lêkolînerê Kurd ya nivîskar Bûbê Eser ya bi navê "Dîroka Rûreş: Enfal" bi navê Kara Tarih bi Tirkî hate weşandin.

Ev berhema hêja, bi Enfalkirina heyşt hezar zilamên Barzaniyan bi zimanê şanogeriyê nivîsî ye vedibêje. Di vî warî de di Wêjeya Kurdî de şanoya yekemîn e kun li bakurê Kurdistanê li ser Enfalê hatiye nivîsîn û weşandin.

Di vê berhema “Dîroka Rûreş: Enfal” de ku ji pênûsa Bûbê Eser derketiye. Enfala ku yek ji trajediyên herî giran ên li dijî gelê Kurd hatiye kirin, cara yekem di formata şanoyê de hatiye çapkirin û di qada wêjeyê de valahiyeke girîng tijî dike.

Pirtûk ji aliyê brêz Cano Amedî ve bi Tirkî hat wergerandin.

Pirtûk yek bi yek bi şahîdên wê bûyera qirêj re hatiye axaftin û nivîsandin. Ango ev li ser asasê rastiya wê bûyerê hatiye hûnandin ku li ser dikê bê lîstin ku wê karesetê bi me xwendevan û temaşevanan re dide zanîn.

Dema ku nivîskar Bûbê Eser ji Swedê berbi welatê xwe ê azad başûrê Kurdistanê ve difire. Li devera Barzan û li bajarokê Bilê  bi cih dibe. Beriya ku dest bi xebata xwe bike, ew serdana gorên Mele Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî dike û soz dide wan ku heta ji wî bê dê ewê li gor wê rêbaza pîroz kar û xebatên xwe yên rewşenbirî û nivîskarî bike da ku quncikên tarî mane bi pênûsa xwe rohnî bike. Piştî seredana mezelên nemiran ew xebata xwe, bi rojê seredana sê malên Enfaliyan destpê dike.

Nivîskar Bûbê Eser di tevahiya xebatên xwe yên li başûrê Kurdistanê ku bi qasî salekê li wir bû,  rojê herî kêm sê malbatên kesên wan hatibûn Enfalkirin ziyaret dike. Ew bi taybetî bi dayikên mêrên wan hatibûn enfalkirin, jin û zarokên bav û brayên xwe wendakiribûn ango hatibûn enfalkirin  re yek bi yek hevdîtinan pêk tîne.

Nivîskar bi saya şahidiyên ku wî di van hevpeyvînan de berhevkiribûn bi kûrahiyeke hestiyar û rastîbîn tevlî berhema xwe kir.

Her weha nivîskar Bûbê Eser,  ji bo keraseta Enfalê bi kurdan û bi cîhanê bide zanîn, ew bi zimanê roman û şanoyê gelek quncikên tarî mabûn rohnî dike. Loma jî ew piştî çapa berhema Enfalê, romana wê jî bi navê BARZAN DIGIRI dide weşandin. Piştî wê jî ew wan hevpeyvînin kiribûn jî weke pirtûk bi navê QÊRîNA BARZAN dide weşandin. Berê berî vê Şanoyê jî berhema nivîskarê ya bi navê RÊBAZ bo kurdî weşandibû niha tirkiyê wê jî ji bona çapê amade ye.

Ev berhem û hemî berhemên nivîskarê zîrek Bûbê Eser yên li ser Enfal hişê civakê zindî dihêle û keresata Enfalê bi wan dide zanîn. Enfalê çawa destpêkiribû û armanca wê çi bû?

Dîroka Rûreş: Enfal ne tenê berhemeke wêjeyî ye, ji ber ku hişê gelê Kurd ê dîrokî zindî dihêle di heman demê de xebateke girîng e.

Berhema ku trajediyê tîne ser dikê, him derfetên şanoyê wek şêweyekî hunerî bi kar tînê û hêm jî di wêjeya Kurdî de deriyêkî nû vedike.

Em weke weşanxaneya Zîlanê em ê hewl bidin ku hemî berhemên nivîskarê zîrek û jêhatî bi tirkî û kurdî bidin weşandin da ku Kurdên bakurê Kurdisanê Enfalê baş fêr bibin bê wê çi afat û tofan anbû serê gelê me li başûrê Kurdistanê

Wergera Şano ya Tirkî ya bi navê Kara Tarih li pirtûkfiroşên navdar û li qanalên belavkirinê yên Weşanxaneya Akademiya Zîlanê/Zîlan Akademiyê bi xwendevanan re dicive. Bi hêviya ku hûn jî wê bikirin û bixwînin da ku Enfalê li ser asasê rastiyê fêr bibin.

Silav û rêz

Weşanxaneya Akedemiya Zîlanê.

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 103 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:51:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x