Heşdî Şabî, Kerkûkê dike bajarê Ereb!

Hat zanîn ku hikûmeta Iraqê biryar daye ew milîsên şîe yên ku tevlî dagîrkirina Kerkûk û Xurmatû bûne û niha li wir in, malbatên xwe jî derbasî Kerkûkê bikin û dixwazin ku demografiya herêmê biguherînin.

25.10.2017, Çar - 09:31

Heşdî Şabî, Kerkûkê dike bajarê Ereb!
Nuçe Belav bike

Piştî ku milîsên şîe û pasdarên Îranê bi alîkariya baskek YNK'ê Kerkûk û Xurmatû û hinek deverên din yên Kurdistanî dagîr kirin, vê carê jî dest bi guhertina demografiya wan deveran dikin.

Qaymeqamê bajarokê Xurmatû Şelal Ebdul ji BasNewsê re got, hikûmeta Iraqê biryar daye ew milîsên şîe yên ku niha li Kerkûk û Xurmatû ne, malbatên xwe jî derbasî wan deveran bikin.

Şelal Ebdul her wiha got, ev xizmeta ti kesî nake ji ber ku bi erebkirina Kerkûk û Xurmatû ye. Dixwazin qaşo hevsengiya nifûsê li wan deveran pêk bînin.

Qaymeqamê Xurmatû anî ziman ku Bexda dixwaze bi zorê îradeya xwe bi ser gelê Kurdistanê de bisepîne û got, ji ber wê jî dixwaze wan deveran bike deverên erebî û demografiya wan biguherîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1538 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:26:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x