Rûsya hişyarî da Amerîka

Rûsya hişyayriyê dide Amerîka ku nabe karekî tekalî li Sûriyê bike, ev daxuyaniya Rûsyayê wê yekê tê, ku Amerîka hişyarî dabû êjîma Esed, ku amadekariya êrîşeke din a bi çekê kîmawî dike.

28.06.2017, Çar - 10:30

Rûsya hişyarî da Amerîka
Nuçe Belav bike

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Gennady Gatilov ragihand, daxuyaniyên Amerîka ya derbarê ku rêjîma Sûriyê amadekariyên êrîşeke din a bi çekê kîmawî, danûstandinên aştiyê yên derbarê krîza Sûriye de aloz dike.

Duh, Berdevkê Koşka Spî Sean Spicer ragihand ku, zanyarî li cem wan hene ku Beşar Esed amadekariya êrîşeke din a bi çekên kîmawî li Sûriyê dike.

Washington rêjîma Sûriyê tuhmetbar dike ku wê êrîşa kîmawî a li ser Xan Şêxonê ya 4 Nîsana borî encam daye, ku di encamê de bêhtir ji 70 kesî canê xwe jidast dan.

Bi biryara Serokê Amerîka Donald Trump, roja 7 Nîsanê firokeyaneya Şuayrat a ku jê wê ve firokeyên Sûrî êrîşa kîmawî pêk anîbûn, bi 59 mûşekên Tomahokê hat armanckirin.

Herwiha Gennady Gatilov hişyarî da Amerîka ku nabe ti karekî tekalî li Sûriyê encam bide.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1703 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:27:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x