14 hezar çekdarên Sûrî bo ser sînorê Rojava hatin veguhestin

Beşek ji çekdarên Grûpa Hemze ya ser bi opozisyona Sûriyê ve ji aliyê Tirkiyê li ser sînorê navçeya Serê Kaniyê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê bo êrişa pêşbînîkirî ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê têne bicihkirin.

09.10.2019, Çar - 10:55

14 hezar çekdarên Sûrî bo ser sînorê Rojava hatin veguhestin
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya DHAyê dê 14 hezar çekdarên ser bi grûba Hemze beşdarî operasyona li rojhilatê Firatê bibin.

Ji şevê din ve veguhestina grûpên çekdar bo ser sînorê Rojavayê Kurdistanê berdewam e û li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, dê ew 14 hezar çekdarên ser bi Feyleqa Hemze ji bajarokê Kaniya Xezalan derbasî Sûriyê bibin.

Ew karwanê grûpên çekdar ên Opozîsyona Sûriyê ku ji 150 otomobîlan pêk hatiye, ji bajarê Ezazê hatiye veguhestin û dê beşdarî operasyona li navçeya Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê bibin.

Ji aliyê din ve karwana ku ji 10 barhilgir bi wesayitên zirxdar barkirî û mekîneyên kar ên curbicur pêk dihat û ji 20emîn Fermandariya Tugaya Zirxdar a li Rihayê derket, di bin tedbîrên ewlekariyê de gihişt Kaniya Xezal a li ser xeta sînor.

Ew karwana Tirkiyê jî bi mebesta piştevaniya yekîneyên leşkerî yên ser sînor, hatine şandin.

Ev yek di demekê de ye ku Serokê Ofîsa Ragihandina Serokomariya Tirkiyê Fahrettin Altun jî derbarê êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê ya pêşbînîkirî de ragihand ku êrîş “di demeke nêzîk de” dest pê dike.

Fahrettin Altun herwiha tekez kiriye, Artêşa Tirkiyê û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) bi hev re dest bi vê êrîşa bo ser Rojhilatê Firatê dikin.

Herwiha Berpirsên Kurd û Amerîkî ji kovara Foreign Policy ya Amerîkî re gotine, dibe ku êrîşa texmînkirî ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê di maweya 24 demjimêrên bê de dest pê bike.

Komên çekdarên opozisyona Sûrî di êrîşa ser herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê de jî beşdar bibûn û piştgîrî dabûn operasyona Tirkiyê.

Herwiha çekdarên opozisyinê pêştir di dema operasyona Mertala Feratê de weke piştevanên hêzên Tirkiyê beşdarî kiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1090 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:36:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x