Pedersen her wiha got ku rêkeftina dawî ya di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ji bo çareserkirina dosyaya demdirêj a bakurrojhilatê Sûriyeyê derfeteke dîrokî pêşkêş dike.
Amerîkayê vê hefteyê hişyarî da ku dibe ku Sûriye tenê çend hefteyan dûrî şerekî navxweyî yê din ê rûxîn û parçebûna welêt be.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen li Şama paytexta Sûriyeyê ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re axivî.
"Metirsiyên şer û parçebûnî hîn nehatine derbaskirin"
Geir Pedersen got, "Pirsgirêkên ku Sûriye bi wan re rû bi rû ye pir mezin in û xeterên rastîn ên jinûve destpêkirina pevçûnê û parçebûna kûrtir hîn nehatine derbaskirin.
Ez hîn jî ji ber potansiyela tundûtûjiya nû û ji ber têkbirina baweriyê ku bipêşketinên bi vî rengî ên neçarî tînin, nîgeran im."
Her wiha Pedersen behsa êrişên li civaka Elewî yên meha adarê û tundiyên li gelê Durzî yên meha nîsanê jî kir û amaje pê kir kir ku aloziya mezhebî hîn zêde ye.
Tevî hemû metirsiyan, Pedersen nûçeya rakirina cezayên serdema Esed li ser Sûriyeyê ji aliyê Amerîkayê ve û biryara Yekîtiya Ewropayê ya rakirina cezayên aborî yên li ser wî welatî bi kêfxweşî pêşwazî kir.
Peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer
Geir Pedersen li ser peymana Fermandarê Giştî yê HSDyê û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer got:
"Ev peyman şansekî temsîl dike ji bo pêşveçûneke watedar ber bi çareseriyeke siyasî û berfireh li bakurrojhilat.
Lihevkirina di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta veguhêz de derfeteke dîrokî ye. "
Li aliyê din, Pedersen amaje bi komên çekdar ên Sûriyeyê kir û got ku divê hewldanên bêçekkirin û jinûve entegrasyonê berdew bikin û got:
"Divê hewldanên bi pêşengiya Sûriyeyê berdewam bikin da ku aloziyên çekdarî kêm bikin û ewlehiya domdar misoger bikin."
Pedersen di heman demê de tekez li ser pêwîstiya bi destpêşxeriyên bi pêşengiya Sûriyeyê ji bo kêmkirina tengezariyan û xurtkirina yekîtiya neteweyî kir.