Endamê serokatiya Tevgera Civaka Demokartîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ragihand ku bo Soçiyê hatine vexxwendin û got," em dê beşdarî vê şowê bibin lê dê bi ser nekeve."
Xelîl bi Ajansa Reutersê re axivî û pêşbîn kir ku qeyrana li Sûriyeyê piştî heta piştî sala 2020an jî dewam bike û destnîşan kir ku bo Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê ya ku dê li Soçiyê bê lidarxistin hatine vexwendin.
Rayedarê TEV-DEMê derbarê mijarê de wiha got, "erê em hatine vexwendin û dibe em tev li şowê bibin lê dê bi ser nekeve" û pirsî bê gelo civîneke ku bi sedan delege tê de beşdar bin, dê bikare di nava du rojan de çi bike û got ku divê bêtir amadekarî bihatina kirin."
Rayedarê kurd got ku wiha diyar e, Amerîka ne bilez e ku ji wan herêman derkeve yên ku alîkariya hêzên kurdî kir da ku wan ji DAIŞê kontrol bike û pêşbîn kir ku têkiliyên wan bi Amerîkayê re baştir bibin.
Herwiha Xelîl îdîa kir ku "şer heta 2021ê carinan zêde û carinan kêm dê dewam bike ku di wê tarîxê de peywira Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad tê de bi dawî dibe û got: "Ez berî sala 2021ê hêviya ti pêşketineke mezin nakin. Dibe heta 2025an dewam bike."
Derbarê DAIŞê de jî, Aldar got ku "dibe DAIŞ li herêmên din derkeve û dibe tirk jî hinek kêşeyan derxînin".
Xelîlî bal kişand ser armanca Amerîkayê ya avakirina bajarên bakurê Sûriyeyê yên wek Reqayê û diyar kir ku herî kêm 18 yan jî du sal ji vê pêvajoyê re lazim e û wiha pê de çû: "Ev mesele di demeke kurt de nayên çareserkirin. Ez nikarim ji we re piştrast bikim ku têkiliyên bo demeke dirêj çêbibin lê tiştê li ber çavan ew e ku ji bo çûna ji vê derê, nalezînin."
Endamê serokatiya Tevgera Civaka Demokartîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl teqez kir ku armanca birêveberiya Rojava ne serxwebûn e lê xweserî ye û dubare kir ku planên ragihandina xweseriyê yên yekalî jî dê pêk bînin.
Li ser bipaşdexistina qonaxa sêyem a hilbijartinên Rojava jî, Xelîlî diyar kir ku hinekî bandora DAIŞê di vê bipaşdexistinê de heye ji bo beşdarbûnê wan herêmên nû ji DAIŞê hatine rizgarkirin zelal bibe.