Wezareta Derve ya Amerîkayê li hember beşdarbûna Îranê ya di rêkkeftina avakirina navçeyên aram ên li Sûriyê de dilgiraniya xwe nîşan da.
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand: “Binavkirina Îranê weke welatekî garantor di avakirina navçeyên aram de, cihê dilgiraniyê ye.”
Di daxuyaniyê de tê gotin; “Amerîka li bendê bû, ku Rûsya hikûmeta Sûriyê pabendî rawestandina êrîşan bike.”
Roja Pêncşemê (04-05-2017) di hevdîtinên Astanayê de, Tirkiye, Rûsya û Îran weke welatên garantor li ser mijara li Sûriyeyê avakirina "herêmên aram" peyman îmze kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Kaxistanê Kayrat Ebdurahmanov garantorên agirbesta li Sûriyê li hev kirine ku di çarçoeveya memorandumê de yek li Idlibê, yek li bakurê Himsê, yek li Gutaya Rojhilat yek jî li başûrê welêt dê 4 herêmên bi ewle dê bên avakirin.
Hat gotin ku li gorî pêşnûmaya memorandumê divê heta 22ê Gulanê cihên herêman navborî li ser nexşeyên bêne eşkerekirin.