Artêşa Sûriyeyê kontrola Xûtaya Rojhilat bi dest xist

Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku artêşa Sûriyeyê kontrola temamê Xûtaya Rojhilat bi dest xist.

12.04.2018, Per - 06:32

Artêşa Sûriyeyê kontrola Xûtaya Rojhilat bi dest xist
Nuçe Belav bike

Navenda şopandina agirbesta Wezareta Parastin a Rûsya li Sûriyeyê ragihand ku artêşa Sûriyeyê temamê Xûtaya Rojhilat ji destê Ceyşul Îslam /Artêşa Îslamê) deranî.

Hat ragihandin ku ji bo tehliyeya 8 hezar milîtan û 40 hezar sivîl peyman hatiye îmzekirin.

Rêvebirê navenda şopandina agirbest a Rûsya li Sûriyeyê Yuriy Yevtuşenko di axaftina xwe de got: "Pevçûnên Dumayê bi dawî bûn. Ji bo tehliyeya milîtan û malbatên wan 100 otobus ketin nava Dumayê. Grûba pêşî dê bi van otobusan were tehliyekirin. Li gor planan dê 8 hezar milîtan û nêzîkî 40 hezar malbatên wan werin tehliyekirin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1246 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:15:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x