ASA: Armanca me ne lêxistina leşkerên Amerîkî, YPG bû

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin bidestxistin şeva din di navbera leşkerên amerîkî û Cepheya Şamiye, Tumena Siltan Mirad de li çoltera bajarê Minbicê ku dikeve bakurê Helebê şer derket.

30.08.2017, Çar - 15:08

ASA: Armanca me ne lêxistina leşkerên Amerîkî, YPG bû
Nuçe Belav bike

Di derbarê mijarê de Fermandarê Tumena Siltan Mirad ku girêdayê ASAyê ye û nexwest navê wî bê eşkerekirin ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku armanca wan ne leşkerên Amerîkayê bû û got: "Di şerê doh êvarê de teqez armanca me leşkerên Amerîkî nebû. Armanca me hêzên YPGê bûn. Hêzên Yekîneya Parastin a Gel (YPG) piştî ku bi moşekan û topên hewanê li başûrê Ezazê û bajaroka Mare êrişî me kirin me jî wek bersiv bi topên hewanê, moşek û doçkayan êrişî çeperên YPGê kir. Leşkerên Amerîkî ji bo parastina YPGê çûbûn herêma ku me êriş kir. Li gorî agahiyên ku me bi dest xist, leşkerên Amerîkî ji êrişa me di kêliyan dawî de xilax bûn. Leşkerên Amerîkayê ji ber ku dinav wesayîta zirxî de bûn (ZPT) ti birîndarî çênebû. Li ser vê yekê leşkerên Amerîkayê bi çekên giran çeperên me yên li herêmên Ayn Dedet başûrê Cerablûsê ku dikeve bakurê Minbicê, xistin. Êrişa balafiran çênebû. Di encama xistina leşkerên amerîkî windahiyên me çênebûn lê gelek ziyan gihîştin çeperên me. Şer demek kin berdewam kir. Piştî navbeynkariya leşkerên tirk şer rawestiya. Ji ber ku şerê di navbera me de dubare neke, dê leşkerên tirk têkiliya di navbera me de pêk bîne."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1319 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:47:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x