Birêveberê ENKSê: Dê PYD beşdarî civîna Soçî nebe

Kawa Ezîzî yê birêvebirê Encûma Niştimanî ya Kurd li Suriyê (ENKS) ji Spûtnîkê re ragihand ku, dê 23 nûnerên kurdan beşdarî civîna Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê bibin ku bi pêşengiya Rûsya li bajarê Soçiyê tê li darxistin. Ezîzî diyar kir ku ji ber îtîrazên Îran û Tirkiyê dê PYD beşdarî civînan nebe.

25.12.2017, Pts - 09:33

Birêveberê ENKSê: Dê PYD beşdarî civîna Soçî nebe
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyên ku ji jêderên ENKSê hatin stendin, dê PYD beşdarî civînên Kongreya Diyaloga Niştîmanî ya Sûriye ku li bajarê Soçî yê Rûsyayê, bi pêşengşya Rûsyayê tên li darxistin.

Derbarê mijarê de birêveberê ENKSê Kawa Ezîzî ji Spûtnîkê re axivî.

Ezîzî diyar kir ku ji PYDê dê tu kes beşdarî kongreyê nebe û weha berdewam kir: "Tê payin ku 29-30 ê Berfenbarê de Kongreya Diyaloga Niştîmanî ya Sûriyê li bajrê Soçîyê yê Rûsyayê dest pê bike. Hê ENKS bo kongreyê nehatiye vexwendin. Le heke me vexwînin em ê biçin. Heya ji 23 kurdên derveyî ENKSê û PYDê re vexwendinname çûye. Ev 23 kes ji akademisyen, kesên serbixwe û rayedarên din pêk tê. Ji bo kongreyê ji PYDê, YPGê û YPJê kesek nehatiye vexwendin. Ji ber îtîrazên Tirkiye û Îranê PYD nehatiye vexwendin."

Ezîzî da zanîn ku ew wekî ENKSê civîna ku dê li Soçiyê were li darxistin gelekî giring dibînin û weha axivî: "Kongreya Soçî xwedî giringiyeke mezin e. Dê karîgeriyeke mezin a vê civînê hebe. Dê feydeya wê ji bo kêşeya Sûriyê hebe. Em gelekî giringiyê didin vê civîna ku rûsî li dardixin."

Herwiha Ezîzî li gotinên xwe zêde kir ku heya niha hin kesên ku Tirkiyê û Îranê îtîraz li wan kirine ne, ji bo Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê nehatine vexwendin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1294 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:25:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x