DAIŞê li Babê 2 tangên artêşa Tirkiyê bidest xistin

Di operasyona Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a li ser Babê de 2 tang, buldozerek û wesayitek bizirx ên Artêşa Tirk ji hêla DAIŞê ve hatin bidestxistin. Di vê navberê de balafirên şer ên artêşa tirk li heman deverê li 22 hedefên DAIŞê dan.

22.12.2016, Per - 18:01

DAIŞê li Babê 2 tangên artêşa Tirkiyê bidest xistin
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Artêşa Sûriyê a Azad (ASA) ve hatine bidestxistin, şerê di navbera DAIŞê û Artêşa tirk û ASAyê de li Babê di 121emîn roja Operasyona Mertalê Firatê de berdewam dike.

Di operasyonan de îro DAIŞê bi wesayitên bombekirî êrîşa xwekujî li ser Artêşa tirk û ASAyê pêk anî. Di saetên êvarê de wesayita bombebarkirî ya DAIŞê ji hêla leşkerên tirk ve hate ruxandin. Herwiha ji ber xefkên mayinê operasyon bi giranî berdewam dike.

​Di vê navberê de li rojavayê Babê, DAIŞê 2 tang, buldozer û wesayiteke bizirx bidest xist. Ev agahî di ajansa Amaqê a DAIŞê de jî cî girt.

Li bakurê rojhilatê Babê jî DAIŞê bi fuzeyeke ajoker tangeke tirk rûxand. Di encama rûxandinê de tang bê bandor bû û leşkerî di nava tangê de birîndar bû.

Hikmet Durgun / Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1820 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:23:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x