DAIŞê li Hemayê êriş kir: 7 kuştî

Di êrişeke çekdarên DAIŞê ya li Hemayê de 7 çekdarên Hikûmeta Sûriyeyê hatin kuştin.

08.03.2024, Cum - 06:10

DAIŞê li Hemayê êriş kir: 7 kuştî
Nuçe Belav bike

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), DAIŞiyan li çoltera navçeya Til Selmeyê ya parêzgeha Hemayê ya Sûriyeyê kemînek daniye.

Di vê kemîna DAIŞê de 7 çekdarên Hikûmeta Sûriyeyê hatine kuştin.

DAIŞê demên dawiyê herî kêm 40 kes kuştine ku diçin danheva dombelanan (xwirekeke wekî kartolan e, ji binê erdê tê derxistin).

Hêzên hikûmetê û çekdarên alîgir piştî vê yekê li Hims, Hema û Dêrezorê dest bi operasyonekê kiriye.

DAIŞê ji destpêka îsal ve 139 leşker û çekdarên Hikûmeta Sûriyeyê û 32 sivîl kuştine.

Li hêla din, hêzên Hikûmeta Sûriyeyê jî 22 DAIŞî kuştine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 196 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:00:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x