DAIŞê êrişî leşkerên Sûriyeyê kir

DAIŞê li parêzgeha Himsê ya Sûriyeyê êrişî baregeheke hêzên Hikûmeta Sûriyeyê kir.

19.10.2023, Per - 09:14

DAIŞê êrişî leşkerên Sûriyeyê kir
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan(SOHR) ragihand ku endamên DAIŞê, li navçeya Suxneyê ya parêzgeha Himsê êrişî leşkerên Sûriyeyê kiriye.

Li gorî Rewangehê, piştî êrişa DAIŞê di navbera her du aliyan de şer û pevçûnan rû daye.

Hikûmeta Sûriyeyê piştî rûdana şer, hêzeke leşkerî şand cihê bûyerê.

Li aliyê din, heta niha li ser ziyanên erişê, herwiha hejmara kuştî û birîndaran ti agahî nehatine dayîn.

Ji serê salê ve 502 kes hatine kuştin

Li gorî amarên Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan, ji destpêka sala 2023yan ve di çarçoveya operasyonên leşkerî û pevçûnan de li Sûriyeyê 502 kes hatine kuştin.

Ji van 502 kesan 29 kes jê çekdarên DAIŞê, 276 kes jî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê bûn.

37 kesên ku hatine kuştin endamên grûpên ser bi Îranê ve ne.

Herwiha di van operasyon, şer û pevçûnan de 160 sivîlan jî canê xwe ji dest daye ku yek ji wan jin bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 605 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:08:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x