Di êrîşekê de 3 leşkerên hikûmeta Sûriyê hatin kuştin

Di êrîşeke çekdarî de li parêzgeha Derayê li başûrê rojavayê Sûriyê 3 leşkerên hikûmeta Sûriyê hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûne.

27.12.2022, Sal - 14:29

Di êrîşekê de 3 leşkerên hikûmeta Sûriyê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), êrîş li bajarokê El-Niême yê li rojhilatê Derayê û bo ser Radar a hêzên hikûmeta Sûriyê hatiye kirin.

Piştî êrişê, di navbera her du aliyan de şer û pevçûn derket û êrişkar reviyan.

Di encama êrîşê de herî kêm 3 leşkerên Sûriyê hatine kuştin.

Medyaya opozisyona Sûriyê jî ragihandiye, di êrîşê de 3 leşker hatine kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne.

Heta niha ne hikûmeta Sûriyê û ne jî medyaya fermî ya hikûmetê ti zanyarî li ser êrîşa li Derayê belav nekirine.

Hatiye ragihandin ku ew leşker endamên şaxê Îstixbarata Leşkerî ya hikûmeta Sûriyê ne.

Li gor Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), li Derayê ji destpêka meha Çileya bihorî ve 525 êriş li dijî hêzên hikûmeta Sûriyê hatine kirin ku di encamê de 486 kes ku piraniya wan leşkerên girêdayî hikûmeta Sûriyê û hevkarên wan in, hatine kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 217 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:45:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x