Di teqînekê de 15 leşkerên Sûriyê birîndar bûn

Li parêzgeha Deraayê li başûrê Sûriyê bombeyek bi otobûseke hêzên hikûmeta Sûriyê de teqiya û di encam de 15 leşkerên Sûrî birîndar bûn.

31.01.2023, Sal - 10:10

Di teqînekê de 15 leşkerên Sûriyê birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li gor çavkaniyên xwecihî, bûyera teqînê duh Duşemê 30 Çileya 2023an li ser dusayda navdeletî li nêzîkê bajarokê Xirbet Xezale li bakurê Deraayê çê bûye.

Wezareta Navxwe ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandiye: “Di dema pêkanîna erkên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de li Deraayê û di dema vegera wan bo Şamê de, terorîstan bi bombeyeke vedayî otobusa wan li nêzîkî pira Xirbet Xezalê li ser dusayda Şam-Deraayê kirin armanc.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku di encama teqîna bombeyê de 15 leşkerên Sûriyê bi dereceyên cuda birîndar bûne, ku birîna 7 kesan ji wan giran e.

Wezareta Navxwe ya Sûriyê herwiha diyar kiriye, “Dewriyeyên ji yekîneyên cuda yên polîsan ên li parêzgeha Deraayê yekser amade bûn û birîndar rakirin nexweşxaneyan.”

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji destpêka vê mehê ve heta niha di encama êrîşên li Deraayê de 42 bûyerên kaosê yên ewlehiyê li Deraayê çê bûne û di encam de 30 kes hatine kuştin.

Li başûrê Sûriyê çekdarên opozisyonê ligel hikûmeta Sûriyê li hev kiribûn, lê car bi car şer û pevçûn an jî bûyerên kuştinê li herêmê çêdibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 351 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:42:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x