Encûmena Asayîşa Navdewletî dê deng li ser dirêj kirina dema şandina alîkariyên ji bo Sûriyê bide

Encûmena Asayişa Navdewletî îro Pêncşemê dê deng li ser proje biryara dirêjkirina mîkanîzma derbas kirina alîkariyên mirovî ji sînorî Sûriyê re bide. Rûsya dixwaze tenê şeş ​​mehan bê dirêj kirin, lê welatên rojava daxwaza salekê dikin.

07.07.2022, Per - 08:49

Encûmena Asayîşa Navdewletî dê deng li ser dirêj kirina dema şandina alîkariyên ji bo Sûriyê bide
Nuçe Belav bike

Biryara 2585 a Encûmena Asayişa Navdewletî ya derbaskirina alîkariyên mirovî bi rêya deriyê sînorî yê bi Tirkiyê re (Bab El-Hawa) re bo bakurê rojavayê Sûriyê bê dirêj kirin ji ber di 10ê Tîrmeha 2022an de bi dawî dibe.

Proje biryara ku ji aliyê Norwêc û Îrlanda – endamên ne-daîmî yên Encumena Asayişê – ve hatiye amadekirin, tê de bikaranîna deriyê Bab El-Hawa li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê ji bo derbas kirina alîkariyên mirovî dê heta 10 Tîrmeha 2023an bê dirêjkirin ku mehane dê bi sedan kamyon dê tê re derbas bibin.

Proje biryar bang li hemû aliyan dike ku divê alîkariyên mirovî bi awayekî temam, bi ewle û bê astengî bigihin hemû herêmên Sûriyê û heta eniyên pêşî jî.

Dîplomat dibêjin ku Rûsya di mehên dawî de dîyar kiribû ew ê li dijî her dirêjkirina vê mîkanîzmê be, vê dawîyê proje biryarek li hember proje biryara Norwêc û Îrlanda pêşkêş kir û tê de dirêjkirina mekanîzmayê tenê ji bo şeş mehan daxwaz kiriye.

Di sala 2014an de, Encûmena Asayişa Navdewletî rê da alîkariyên mirovî di 4 xalên sînorî re derbasî Sûriyê bibin, lê ji destpêka sala 2020an de, di bin fişara Rûsya û Çînê de, ew alîkarî hatin kêm kirin û tenê di deriyê Bab El-Hawa ya bi Tirkiyê re derbas dibûn.

Piraniya welatên endamên Encûmenê Asayişê (15 welat) ji bilî Rûsya û Çînê tekezî li ser giringiya berdewamiya derbaskirina alîkariyên mirovî yên navdewletî bi riya Tirkiyê bo Sûriyê dikin, ji bo parastina jiyan û zêdetir ji 4.1 milyon kesên ku li bakurê rojavayê Sûriyê dijîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 436 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:14:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x