ENKSê ragihand ku ew ê beşdarî Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê bibin ku tê çaverêkirin dawiya vê mehê li Rûsyayê pêk were.
Nûnerê ENKSê yê Tirkiyê Osman Milo ji BasNewsê re eşkere kir ku Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) wê bi şandeke berfireh beşdarî kongreya Soçiyê bibe.
Osman Milo ragihand ku wan pêncşema borî bi berbirsên Wezareta Derve ya Tirkiyê re hevdîtin pêkanîne û di derbarê kongreya Soçî, rewşa dawîn a li Sûriyê û rewşa opozîsyona Sûriyê de axivîne.
Milo eşkere kir ku ew hewl didin şanda ku wê beşdarî Kongreya Niştimanî ya Sûriyê bibe pêk bînin û wiha axivî: “Em ê şandeke berfireh pêk bînin ku nûnerên hemû aliyên Kurd û xelkê Sûriyê tê de xwe bibînin. Di vê bareyê de xebatên me berdewam dikin.”
Osman Milo eşkere kir ku ew ê weke ENKS bi şandeke serbixwe beşdarî kongreyê bibin û ew ê hewl bidin ku her aliyê Kurdî xwe di vê şandê de bibîne.
Li hêla din ji ber zextên Tirkiyê hê jî PYD ji bo vê kongreyê nehatiye vexwandin. Li ser navê Rêveberiya Xweser lîsteyeke ji 140 navan pêk tê radestî Rûsyayê hatiye kirin.