Hevdîtinên gera 8'emîn a Destûra Sûriyê destpê dikin

Nûnerê taybet ê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen duh 22.05.2022yê piştî hevdîtina li gel Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad li paytexta Sûriyê, di daxuyaniyeke rojnamevanî pêkanî.

23.05.2022, Pts - 08:20

Hevdîtinên gera 8'emîn a Destûra Sûriyê destpê dikin
Nuçe Belav bike

Nûnerê taybet ê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen ragihand, gera nû ya danûstandinên Komîteya Destûrê, dê roja 28ê Gulanê li Cenêvê birêve biçin.

Nûnerê taybet ê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen duh 22.05.2022yê piştî hevdîtina li gel Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad li paytexta Sûriyê, di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, “Me behsa biryara lêborîna ku ji aliyê Serok Esed ve hatibû derkirin kir. Bi hêvî me her pêşketinek di vê dosyayê de were kirin, em bên agahdarkirin.”

Derbarê lidarketina civînên Komîteya Destûrê de, Pedersen got: “Em ê civîna Komîteya Destûrê roja 28ê vê mehê li Cenêvê bikin. 15 endamên aliyên civaka sivîl, 15 endam ji aliyê hikûmetê û 15 endam ji aliyê opozîsyonê dê beşdar bin. Ez bi hêvî me ku ev hevdîtin erênî be.”

Ji aliyê xwe ve, Ajansa Nûçeyan a Sûriyê (SANA) diyar kir, Miqdad û Pedersen li ser xebatên ji bo xurtkirina aramiyê bi berfirehkirina çarçoveya lihevkirinan û çareseriyê li herêmên cuda yên Sûriyê gotûbêj kirin.

Komîteya Destûrê ya Sûriyê roja 25ê Adara borî karê gera heftemîn li Cenêvê bi dawî anî, bêyî ku kongireya dawî were lidarxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 451 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:12:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x