Hevpeymaniya Navdewletî: Sîstema berevaniya asmanî li dijî firokeyên bê firokevan li Eyn el-Esed hat ceribandin

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand ku wan tetbîqateke leşkerî li baregeha hewayî ya Eyn El-Esed pêk aniye û sîstema berevaniya hewayî ya li hemberî balafirên bê mirov ceribandiye.

09.01.2023, Pts - 07:54

Hevpeymaniya Navdewletî: Sîstema berevaniya asmanî li dijî firokeyên bê firokevan li Eyn el-Esed hat ceribandin
Nuçe Belav bike

Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê duh roja yekşemê (08.01.2023) di daxuyaniyekê de ragihand, ku wan rahênan li baregeha esmanî ya Eyn Esed kiriye ji bo ceribandina sîstema berevaniya asmanî ya wê binkeyê û amadebaşî û şiyana hêzên wê li baregehê. Pergala berevaniya hewayî ya ji bo li dijî dronan beşek ji tetbîqatê bû.

Hevpeymaniyê di daxuyaniyekê de got: "Pêşveçûn ji bo dabînkirina şiyanên hêzên berpirs ji parastina hêzên hevpeymaniyê bû. Ji bo parastina hêz û sivîlan tedbîrên pêwîst hatine stendin.’’

Hevpeymaniyê dê berdewam be di rahênan û şîretan de ji hêzên xwe yên hevpeymaniyê re ji bo misogerkirina têkbirina tam a DAIŞê.

Daxuyaniya hevpeymaniyê di demekê de ye ku berî niha hatibû ragihandin ku dronek li ser baregeha esmanî ya Eyn el-Esed hatiye xistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 249 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:31:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x