Ehmed Huseyîn El Şerê (Ebû Mihemed El Colanî) ku tê gotin di êrişa balafirên Rûsyayê de li Helebê hatiye kuştin.
Li gorî medyaya Erebî ku serkirdeyê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ya doh bi operasyonekê bajarê Helebê yê Sûriyeyê kontrol kiribû di êrişa asmanî ya Rûsyayê de hatiye kuştin.
Li gorî ajansên nûçeyan ên Rûsyayê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihandiye ku hêzên wan ên asmanî bi armanca piştgiriya artêşa Sûriyeyê êrişek li dijî komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê kiriye.
Amerîkayê 10 milyon dolarên Amerîkî ji bo bidestxistina Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ebû Mihemed El Colanî wekî xelat diyar kiribû.
Ehmed Huseyîn El Şer bi nasnavê Ebû Mihemed El Colanî tê naskirin.
Amerîka û Rûsya wekî komeke terorîst bi nav dikin
Heyeta Tehrîr El Şama (HTŞ) ku berê bi navê Cebhet El Nusra dihat naskirin ji aliyê Amerîka, Rûsya, Tirkiye û çend dewletên din ve wekî komeke terorîst tê binavkirin.