Kongreya Riyadê: Divê mafên Kurdan were misogerkirin

Kongireya Riyad2 bi navê (Kongreya Berfireh a Hêzên Şoreşgêr û Opozisyona Sûrî) hate lidarxistin.

24.11.2017, Cum - 08:19

Kongreya Riyadê: Divê mafên Kurdan were misogerkirin
Nuçe Belav bike

Nûnerên aliyên siyasî, serbazî û encûmenên xwecihî û kesayetiyên serbixwe yên opozisyona Sûrî, ji hemû pêkhateyan, tevî kKurdan di wê kongireyê de beşdar bûn.

Di encamnameyê de hatiye ku armanca Kongreya Riyadê ew e ku aliyên opozisyonê bigihîne yekrêziyê û nerîneke hevbeş di derbarê çareseriya siyasî de ji bo Sûriyê, li ser bingeha Cenêv-1 û biryarên Encûmena Asayişê yên 21.18 û 22.54 û biryarên navdewletî yên pêwendîdar, ji bo destpêkirina qonaxa veguhêz.

Xalên sereke ku beşdar di kongireya Riyadê de li ser hevdeng bûn û gihîştin lihevkirinê û ew xal di encamnameyê de hatine ragihandin:

Parastina Yekîtiya xaka Sûriyê û saxlemiya wê.

Serweriya dewletê li ser hemû axa Sûriyê.

Sûriyê dewleteke pirnetewe û pir çand e.

Destûr mafên neteweyî yên hemû pêkhateyan garantî û misoger dike. Ji wan jî Ereb, Kurd, Turkmen û Suryan-Aşûrî.

Doza Kurd beşek ji doza niştimanî ya Sûriyê ye.

Divê hemû siyasetên cudaxwaz û yên awarte ku li dijî Kurdan hatine kirin, bêne rakirin û nemînin.

Divê nasname li kesên ku ji wan hatibû wergirtin û ji bo mektûman jî careke din were vegerandin.

Desthilata dema bê, divê demokratîk be, li ser prensîpa ne navendiya îdarî be.

Şerê terorê û tundrewiyê berdewam be.

Darizandin û dadgehkirina kesên ku tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê li Sûriyê encam dane.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1130 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:18:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x