Li Dêrezorê rewş aloztir dibe: Mûşek li malan tên bicihkirin

Mûşekên grûpên bi ser Îranê ve li rojhilatê Dêrezorê, li malên welatiyên sivîl hatine danîn.

01.11.2023, Çar - 11:55

Li Dêrezorê rewş aloztir dibe: Mûşek li malan tên bicihkirin
Nuçe Belav bike

Di rojên dawiyê de li Sûriyeyê baregehên grûpên bi ser Îranê ve rastî êrişên Amerîkayê tên.

Ajansa North Pressê ragihand ku Supaya Pasdaran a Îranê, piştî van êrişan li Dêrezorê mûşekavêj li malên sivîlan bi cih kirine.

North Pressê da zanîn ku grûpên bi piştgiriya Îranê, ev mûşekavêj ji aliyê Îraqê derbasî Sûriyeyê kirine.

Heman çavkaniyê diyar kir ku li ser sînorê Îraq û Sûriyeyê (herêma Elqaimê a Îraqê û herêma Elbûkemalê ya Sûriyeyê) çend heb barhilgir ji aliyê Amerîkayê ve hatine bombebarankirin.

Piştî vê yekê jî grûpên bi ser Îranê ve, li rojhilatê Dêrezorê 15 rokêt avêtin baregeha Amerîkayê ya Zeviya el-Omerê.

North Pressê herwiha destnîşan kir ku hêzên Supaya Pasdaran, li el-Tîbeya bajarokê Meyadînê yê Dêrezorê dest daniye ser du malên kesekî bi navê Eyyaş El-Sanî û rokêtavêj li nav mala wî danîne.

Di heman nûçeyê de hat gotin ku li bajarokên Tabiye û Meratê yên Dêrezorê jî mûşekavêt li hinek malên sivîlan hatine danîn.

North Pressê diyar kir ku wan ev agahî ji çavkaniyeke leşkerî ya Supaya Pasdaran wergirtine.

Çekdaran hewl da derbasî rojhilatê Feratê bibin

Van rojên dawiyê aloziyên li Dêrezorê gurtir dibin û ev alozî carinan şer û pevçûnan bi xwe re tînin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku grûpên çekdar hewl daye ji navçeyên hikûmeta Sûriyeyê yên li rojavayê Çemê Feratê derbasî aliyê rojhilatê çem bibin.

Nivîsgeha diyar kir ku wan çekdaran hewl daye ber bi bajarokê el-Şihêlê ve herin lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ew hewla wan şikandiye.

Hat gotin ku li vê derê pevçûnan rû daye û hinek çekdar birîndar bûne.

“Tola Xezeyê”

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşînê şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir gelek caran hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê rastî êrişan tên.

Amerîka jî rojên dawiyê bersivê dide êrişan û bi taybetî grûpên bi ser Îranê ve dike armanc.

Grûpên çekdar jî li van herêman dest bi kampanyayeke bi navê “Tola Xezeyê” kiriye û qan grûpan 15 caran baregehên Amerîkayê kirine armanc.

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihandiye, grûpên bi piştgiriya Îranê, li Sûriyeyê baregehên leşkerî yên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kirine armanc.

Di wê çarçoveyê de, hemû baregehên li navçeyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine armanckirin.

Di nav van baregehan de baregeha Tinefê ya li ser sînorê Sûriye-Îraq û Urdinê jî heye.

Herwiha di wan êrişan de, mûşek û dron hatine bikaranîn.

SOHRê daxuyand ku ji 19ê Çiriya Pêşînê 15 caran êrişî baregehên Hevpeymaniya Navdewletî hatiye kirin û ev êriş bi vî rengî ne.

Baregeha el-Tinefê: 3 êriş

Baregeha Zeviya el-Omerê: 4 êriş

Baregeha Konîkoyê ya Xazê: 3 êriş

Baregeha Rûbarayê ya li Dêrikê: Êrişek

Baregeha Xerab el-Cîrê ya li Rimêlanê: 2 êriş

Baregeha Şedadê: 2 êriş

Çekdarên Hikûmeta Sûriyeyê êriş dikin

Çekdarên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê, pêr êrişî gund û bajarokên Ebû Herdob, Zîban û Ebû Hemamê yên rojhilatê Dêrezorê kiribû ku di kontrola HSDyê de ne.

HSDyê di daxuyaniya xwe de got ku wan bersiv daye wan êrişan û şer û pevçûnan rû daye.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, di bersivdayîna hêzên wan de 19 çekdar hatine kuştin, 20 çekdar jî birîndar bûne.

HSDyê da zanîn ku di van pevçûnan de “3 şervanên HSDyê şehîd ketine.”

Herwiha HSDyê amaje pê kir ku ji ber topeke wan çekdaran li malekê ketiye “4 sivîl jî şehîd ketine, 10 sivîl jî birîndar bûne.”

Dawiya tebaxa borî jî li herêmên li rojhilatê Dêrezorê, di navbera HSD û eşîra Igêdatê de şer û pevçûnên dijwar rû dabû û van bûyeran meha îlonê jî berdewam kiribû.

HSDyê piştî mehekê li Dêrezorê dîsa rewş kontrol kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 239 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:27:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x