Li Sûriyê peymana 'herêmên bi ewle' ket meriyetê

Peymana avakirina herêmên kêmkirina aloziyê li Sûriyê îşev li demjimêr 00:00ê ket meriyetê.

06.05.2017, Cts - 06:21

Li Sûriyê peymana 'herêmên bi ewle' ket meriyetê
Nuçe Belav bike

Herêmên kêmkirina aloziyê li Sûriyê ku bi navên xeta kesk û herêmên bi ewle hatine binavkirin, li gor memorandûma welatên garantor dê 6 mehan bidome û dema bê xwestin jî welatên garantor dikarin yekdengî dema wê dirêj bikin.

4 herêmên ku bi garantoriya Rûsya, Tirkiye û Îranê wekî herêmên bi ewle hatine destnîşankirin; Lazqiye, Heleb û hin deverên Hamayê û Idlib, bakurê Hûmsê, Gutaya Rojhilat û ya çaremîn jî Der'a û Kuneytra ye.

Dê ev herêmên hatine avakirin ji firînê re qedexe bin.

Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li ser avakirina herêmên kêmkirina aloziyê li Sûriyê ti şîroveyek nekir.

Berdevkê Hevpeymaniyê John Dorrian got, ‘Ezê nekevim nav hurgiliyên maneya kêmkirina aloziyê.'

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1546 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:24:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x