Li Sûriyê balafireke şer ket xwarê

Li rojhilatê bajarê Helebê ya Sûriyê, balafireke şer ji ber pirsgirêkên teknîkî ket xwarê û pîlotê balafirê jiyana xwe ji dest da.

30.12.2022, Cum - 13:59

Li Sûriyê balafireke şer ket xwarê
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ajansa Sputnik a Rûsyayê, balafira şer a hêzên Esmanî ya Sûriyê duh li nêzî Balafirxaneya Leşkerî ya Kuweyresê ya li gundewarê Helebê ketiye xwarê.

Jêderekî ewlekarî yê payebilind got "Pirsgirêkeke teknîkî di alavên firokeyê de rû da, ku bû sedema ketina firokeyê dema ku mîsyoneke rahênanê ya rûtîn pêk dianî."

Çavkaniya navborî red kir ku firoke hatiye armanckirin û got ku "pîlot nehatiye rizgarkirin û li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye."

Wezareta Berevaniya Sûriyê heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyaniyek nedaye.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku balafira ketiye xwarê balafireke şer a cureyê wê L39 bûye.

Li aliyê din di meha Îlona borî de helîkoptereke Sûriyê li navenda bajarê Hemayê ji ber pirsgirêkên teknîkî ketibû xwarê û di encamê de 3 efseran jiyana xwe ji dest dabûn.

Herwiha Balafireke şer a MiG-21 a Hêzên Esmanî ya Sûriyeyê di serê meha Îlonê de li nêzî bajarokê El-Halidiye ketibû xwarê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 288 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:36:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x